Gotûbêj:Mazî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ev wêne ya dara maziyê ye? Dara Bizû (li hin deveran buzî) kîjan e? Ew dara ku berû (berrû, berrî, bi tirkî palamut) dide ne Mazî ye? Bi tirkî meşe, ne Mazî ye? Mixabin hîç ferhengokeke min nîne lê bi texmînî ev wêne ne ya dara mazî ye. A rastî hîç nizanim ev çi dar e (wêneya barkirî). Destên te wekî yên şêxan bimînin mamoste.. --Bablekan 22:27, 11 reşemî 2008 (UTC)

Lo lo Bablekan, gotina te ye. Binihêre, ev mazî ye? Ez bawer nakim ku mazî û darberû hevwate bin. Maziya berî çû mazik, mazig, thuya... êvarbaş MikaelF 19:47, 13 reşemî 2008 (UTC)
Erê es pisporê dar û daristanan im lê ji ber nexweşiyeke nediyar, min hemî zanînên xwe jibîr kirin. Welle ev wêneya te lêbarkiriye jî ne mazî ye, ne jî li Çiyayê Mazî hêşîn dibe. Ev çiye? Dişibe dara lîmonê yan jî kulîlkên plastîk ên malan:) Gelo ji bo ku em darberû û meşe bikin hevwate çi pêwîst e? Na, na.. Bila wisa bimîne, heya daristanzanek riya xwe şaş kir hat li gotarê qelibî. Welle nizanim:) Him nizanim, him jî pirr qise dikim. Erdal got wisa bike. --Bablekan 13:52, 14 reşemî 2008 (UTC)
Ev wêneyên cinsê Quercus e, Quercus ilex... Mazî (Quercus) e, lê maziya hesin û darberû jî Quercus in lê ji cureyên cuda ne. Çend ji wan pelgên xwe diweşînin û çend ji wan ên din hertim kesk dimînin, naweşînin. Pelgên maziyê çawan in? Mêweyên maziyê tehl an şîrîn in? Silav MikaelF 14:57, 14 reşemî 2008 (UTC)
Li kovara Kurmancî, 32 (2002) ya Enstîtuya Kurdî li Parîsê, navê latînî yê maziyê Quercus infectoria ye. Navê zanistî yê darberuyê jî Quercus aegilops e. Êvarbaş MikaelF 19:15, 14 reşemî 2008 (UTC)