Gotûbêj:Miradxanê Bazîdî
Ev rûpela gotûbêjê ji bo nîqaşên li ser pêşvexistina Miradxanê Bazîdî ye. Ev ne forumek e ku li ser mijara gotarê nîqaşên gelemper li dar bixin. |
Polîtîkayên gotaran
|
Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk) · JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê |
Ev gotar li gorî mîzana Wîkîpediyayê ya nirxandina naverokan hîn nehatiye sinifandin. Ev têkildarî van Wîkîprojeyan e: |
|||||||||||
|
MIRAD-XAN
MIRAD-XAN – Me navê vî şahirî jî ne bihîstiye. Melayê Jaba qala wî dike û dibêje: »Şahirê heştê Mirad-Xan e ko di tarîxa hezar û sed û pênciyî da li Beyazîdê peyda bûye. Ewî jî miqderekî xezeliyat û eşharan bi zimanê kurmancî gotiye û di hezar û sed û nehê da merhûm bûye û di Beyazidê da medfûn e û paşî wî ji kurmancan êdî şair peyda ne bûne, heta niha« .
Herwekî me got di heqê Mirad-Xan de em tu tiştî nizanin. Li gora navê wî divêt ew jî ji mîrekên Kurdistanê be.
Melayê Jaba - em wî hergav bi vî navî bi nav dikin ji ber ko bi navê wî nizanin piştî ko heşt şairên jorîn hejmartine benda xwe bi gotinên jêrîn qedandiye:
»Berê zaf medaris di wilayetê di Kurdistanê de hebûn. Dikat, bajar, qeza û qesebe û gundan da ehlê islamê di Kurdislanê da elbete felabid medreseyek û dido û sisê û belko êdî zêde hebûn û bila derece diqet û ihtimam ji kenarê di hakim û ehaliyan der heqê emrê di medaris û islaman hebûn. Li nik mezin û piçûkê di Kurdistanê qedr û rifta ilm û ileman hebû.
Melayê di qewî û zûfinûn di Cizîr, Amedî, Soran û Sêrt û etrafan da zaf bûn. Lakin niha êdî medrese û ilema û xwendin di Kurdistanê de qewî kêm bûye, nadir peyda dibe. Elbetde elametê axirî ye ko ilm ilema niqsan dibin« .
Kitêba kurdîzanê ûris di sala 1860î de ketiye çapê. Li gora vê tarîxê melayê ko em bi navê wî nizanin beriya niho bi 80-90 salî şairên jorîn senifandine û di heqê ilm û zanînê de ev tişt bi dilekî kul gotine.
Ji "http://ku.wikipedia.org/wiki/Miradxan" hatiye standin.
Li ser Miradxanê Bazîdî gotûbêjekê bide destpêkirin
Rûpelên gotûbêjê cihê ku mirov lê nîqaş dike ka meriv dikare çawa naverokeke baş li ser Wîkîpediyayê çêke. Tu dikarî vê rûpelê ji bo destpêkirina gotûbêjekê li ser çawa baştirkirina Miradxanê Bazîdî bi kar bînî.