Gotûbêj:Pisaxa

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

erbab + re'yet wate muxtar û bindestên wî navê systema idare kirina gundan bi rêya tayîn kirina erbabek ji bo gundî e. di vê systemê de erdên gund hemû yên erbabî bün û gundiyan mîna kirêkar li ser erdan dixebitîn û para erbab bê xebat ji sêyan yek bû. erbab jî memûrê xir kirina maliyat ji gundiyan bo dewletê bûn.Ev peyama bêîmze ya Irecmehrbexs (gotûbêjbeşdarî) e. 01:43, 14 tîrmeh 2013‎

Gelo ew bikaranîn di nav kurdên rojhilat de belav bûye? Ji ber ku bawer dikim erbabûre'yet ji aliyê kurdên bakur ve baş naye famkirin. Li gorî ravekirina te, erbab axayê girêdayî dewletê ye (kî erbab tayîn dike? an jî li gundekî erdên kî zêde bin ew dibe erbab?), ango bi meaş sîstem şiklekî axatiyê yê nîv-xweser çêkiriye an?—Gomadapeyam 07:52, 14 tîrmeh 2013 (UTC)[bersiv bide]

belê dewletê axa tayîn kiribûn lê pishtî wê êdî axatî di destê wê malbatê de dima û erd jî hemû ji aliyê dewletê ve bi axê hatibû dayîn. pêshî axa li nav malbatên bi hêz û heyî dihatin hilbijartin.pishtî teqsîma erdan di reforma shah de ew erd hemû ji aliyê dewlwtê ve an bê pere an jî bi bihayekî kêm ji axayan hat standin û li nav re'yetê hat dabesh kirin. bi vê bûyerê dibêjin Islah-ê-erazî. an kurd bi pirranî dibêjin teqsîmat. di teqsîmatê de erd bi senedên dangî wate qurqushum bi millet hat dayîn. lê niha her kes dikare senedên resmî an belgenameyên fermî ku tê de shayesa erd jî hatiye nivîsandin werbigire. --Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 11:50, 14 tîrmeh 2013 (UTC)[bersiv bide]