Pisaxa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pisaxa bi malbatên ku di sîstema erbabûre'yetî ya Îranê di serdema şah de axayên gundî bûn dibêjin. Ew malbat niha jî ku ew sîstem êdî nemaye her bi vî navî tên naskirin. Li hin ciyan ew malbat ji tayîfeya xwe cuda bûne û çiqek cuda ji wê tayîfê çêkirine ku bi pisaxayê wê hatine binavkirin, mîna pisaxayê Evdoyî, pisaxayê herkiyan û hwd.

Pisaxa ji pis bi wateya "kur" an "nevî" (her wekî di bêjeya pismam de) û axa yê pêk hatiye.