Gotûbêj:Qiniq (eşîr)

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Eşîrên tirkmen[çavkaniyê biguhêre]

Silav KelêÛxelfetî di dîroka di derbarê kom yan jî eşîrên Tirkan de gelek çewtî û agahiyên ne rast hene. Ev agahî bi giştî ji wîkîpediya tirkî belav dibin yan jî ji aliyê neteweperstên tirk li ser wîkîpediyayên îngîlîzî û wîkîyên din têne belavkirin. Niha wîkîpediya tirkî di destê kesên tirkperstan de ye. Li gorî van azerî tirkin lê azerî ji xeynî tirkên ku beşdarî nava azeriyan bûne Azerî ne tirk in. Mînak tirkperstên Azerbaycanê û azeriyên ku asîmîle bûne ji navê azeriyê acizin, ji xwe re dibêjin Azerbaycan Türkleri (tirkên Azerbaycanê) divê di vî warê de em gelek hişyar bin îhtîmal heye ku gelek eşîrên tirkên dîrokî ne tirk bin. Di derbarê diroka Tirkan de divê tu çavkaniyên bêalî bibînî. Ger çavkaniyên bêalî tunebin ji kerema xwe gotarên di derbarê tirkan li gorî wîkîpediya tirkî û îngilîzî li ser wîkîpediya kurdî zêde neke. Ji kerema xwe ku dema te heye di Youtube de li qenala Halil İbrahim Baran vîdeoya bi navê Osmanlılar, Sefeviler ve Kürdistan heta dawiyê temaşe bike


Divê em ji ha jivan yekan hebin û li gorî rastiyê tevbigerin. Penaber49 (gotûbêj) 17:51, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav hevalê @Penaber49, lê çend çavkanî piştrast dikin ku ev eşîra hanê bi eslê xwe Tirkmen bûye, herwiha tê zanîn ku împeratoriya selçûqiyan jî ji alîyê serokên şerên Tirkmenan ve dihatin birêvebirin. Tirkmen li Rojhilata Navîn bi şiyana xwe ya şerkirin û fetihkirinê û herwiha bi koçeriyê dihatin naskirin. Her wisa, çavkaniyên Yewnanî, Kurdî, Farisî an Erebî diyar dikin ku yên ku van eşîran pêk tînin “Turkoman” in. Îro gotina Tirk ne têgîneke etnîkî ye, Tirkbûn an jî ji gelên Tirkbûyîn tenê xwedîderketina li zimanê Tirkî û qebûlkirina Tirkbûnê hewce dike. Binêrin damezrîner, fermandar, efser û siyasetmedarên dema Atatürk, piranî ji Balkanan, yên mayî ji Qefqasya, Ermenî an jî mixabin Kurd in. Dibê meriv tirkên wê demê û ”tirkên” îro ji hev cuda bike. Bi dîtina min afirandina eşîrên kevnar ên "tirkmen" ne tiştekî xerab e. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 19:24, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Her wiha piraniya van eşîrên tirkmenan bi tevahî îranî bûne, lewra ev yek ji tirkên îroyîn re nabe argumanek ku vê yekê wekî dîroka xwe bidin zanîn. Wekî din, Sefewî an jî Xanedaniya Zend jî dikarin girêdayî dîroka Kurdan bibin. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 19:27, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]