Gotûbêj:Sêwî Silo

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
      Ev Gotar a li ser Dengbêjê Nemir Şex Silê hatîye nivîsandin ne raste! 

1- Li gor lêkolînên gelek nivîskaran,li gor daxwîyanîyên malbata Çolax Abdi Paşa>>> Behlûl Paşa>>> An jî Surmelî Memed Paşa

  keçeke Paşa bi navê Serayê tunneye...

2- Surmeli Memed Paşa temenê xweve nezîkê Evdalê Zeynikêye. Ango temenê wan hemaku yeke. Lewrajî dibeke keçeke Paşa bi navê

  Serayê hebe jî, lê ne mumkune ku Şêx Silê bibe maşoqê wê keçê. Ji berku Şêx Silê bi emirve gelek gelek Evdalê Zeynikê me-
  zintire, Ango temenê wî û bavê Serayê (Paşa) yeke. 

3- Şêx Silê di qesra Surmeli Memed paşada dengbêjî nekirîye. Ji rojhilatê Kurdistanêye û gelek wextjî dengbêjê diwana Tahar

  Xan Axaye.

4- Evdalê Zeyne jîyana xwede carekê bi Şêx Silêre lec kirîye. 5- Tu çevkanîyeke nivîsî an jî zargotinde nehatîye bîhîstinku Dengbêjê nemir Şêx Silê bi xwe navêxwe danîye Sêwî Silo. Û tobe-

  darbûye diwanê mîr û hakimande negotîye.
       ---------------------------------------------------------------------------------------------------
 Her kî lec/pêşbirka Evdalê Zeynikê û Şêx Silê zanibe ê vê nivîsa min jî teyîdbikin...
"Dengbêjên bê nav û deng deherin alîyê İranê bi Şêx Silêre pêşbiryê dikin, lê nikarin û dibêjin (ez dengbêjê Surmeli Memed Paşame. Navêmin Evdalê Zeynikêye)... S.Memed Paşa vê yekê ji qasidê Tahar Xan Axa dibihîze. Gazî dike û bi 

Evdalre diqehire. Evdal dibêje; <Axa tiştekî wisa tune,ne ezim. Ku wisaye destûr bide ija ez bi xwe herim.> S.Memed Paşa destûr dide û Evdal bi tevî rêberekî sîwardibe û dehere.

    Li wê lecêde hin gotin jî nivîsa min serast dike!!!

...........

 ... Evdal dibê; Şêx Silê xebera teye Şam Helebê wêdatire, goveka vê Dunyayê.
     Ez êvarda diqîrim naqîrim dengêmin dernayê...
     Ezê lava bikim ji mala Tarxan (Tahar Xan) Axa, dermanekî bînin ez vexwum bi tevî çayê.
     Îja ezê bikim qîrîn, fenanî qulinga ji qulingê derbihara, bila dengêmin here Xelîfe, Xelîfê vê Bexdayê...

.............

     Şêx Silê dibê; Çîyayê Sîsemolê meyane dilêminra li meyane.
     Ser mera çîya û banîne, binatara mera hatin çûyînê galasnê van Ecemane
     Temamê diwana Tarxan (Tahar Xan) Axa ji min şedene.
     Par vî çaxî li gundême dawetbû, min lingêxwe avête paytonê, ji devêmin pekyan cote dirane...

..............

 ... Evdal dibê; Şêx Silê Dîdeme ji dilêminre xweş Dîdeme.
     Zarêmin qeleme,devêmin kitêbe,sîngêmin ji tera mishefa deste Mele.
     Dîwana Tarxan Axa ji me şedene.
     Tu nikari bi minre bêjî. Ê (ku) bi minre bêje li welatê Iranê, alîyê Eceme, navê wî aşiq Kereme...

...............

 ... Şêx Silê dibê; Evdal bejna te ne kine ne dirêje.
     Notlani tay rihana li devê gelîyan ji xwera hêdî hêdî digêhêje...
     De bila diwana Tarxan Axajî şedebe, herçî cîhê Evdalê Zeynê lê rûnê bêje.
     Bila Şêx Silê tucar û tucar ji xwera nebêje Dengbêje...

...............

 ... û... û...
Min hewqas zanibû. Lê ez bawerimku ê min gelek gelek baştir zanin hene. Ger ew zanyarên hêja zanistîyên xwe bi mere parvekin,

ew dîroka me a ku şevreşande maye, wê derkeve ronahîyê... Armanca minjî; tenê çendî tiştên ez zanim min xwest ez tevêbikim. Hêvîdarim şaşîyek hebejî efû bibe. Silav û hurmet ji hemî xandevan û zehmetkêşên Wikipedia Kurdîre... Ev peyama bêîmze ya 93.130.161.154 (gotûbêjbeşdarî) e. Derwêş Serhedi