Gotûbêj:Soranîzm (ziman)

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Soranîzm hinde wateya Pansoranîzmê dide. Ango wekî ku mirov bandora Soranîtiyê li tiştekê bide bilindkirin. Yek jî hersê ziman/zaraveyên me ji kokekê tên. Mirov nikare bingeha peyvan bike malê yekê. Di hin zaraveyan da hin rengdêr di nava cherxa demê de bûne pronom. Bo mînak Zazakî astor. Astor di wateya hespê de ye. Kurmanc jî viya bo hespên bezê bikartînin û wekî Hesptor bikartînin ku di Kurdiya kevn de Aspa ye hesp. Di avabûna zaraveyan de rengdêr, têkilî bi zimanên din re, bikaranîna dengan (heger bav mirovekî vinik be zarokên wî jî di bandorê de dimînin) hwd gelek sedem hene.

Bi ya min ne ev sernav rast e, ne jî gotareke wiha. Bingeha Kurdî yek e. Ziman zarave di cherxa demê de ava bûne û bingeha wan yek e. Soran hinde shovenîzmê dikin û Kurmancî bichûk dinirxînin. Lê ev yeka han nerast e. Bes Soran her dem xwedî otonomî bûne di Îraqê de û Îranê jî hebûna wan înkar, axavtina wan qedexe nekiriye. Bûne xwedî dibistan û perwerde. Kurmancên me radibin chend kelîmeyên ku Tirkîze bûne bi bêjeyên Soranî ve diguherin. Mesele ev e. Soranan jî gelek bêje ji Kurmanciya nûjen wergirtine. Bo mînak charenûs (ji zazakî), mijar, cînavk û gelek bêjeyên gramatîkê, herwiha kelîmeya "bêje" bi xwe jî.

Shovenîzma hin Soranan ne teze ye, ji berê ve ye. Ew jî wekî Zazaistangeran, wextekê ketin xebata veqetandina zaraveyan û xwestin Kurmancî li Bashûr bihelînin. Îro li Bashûr Kurmancî ji sîstema perwerdeyê hatiye avêtin.

Bi kurtî hemî zimanên Kurdî wekî hev in, dewlemendiya wan yek in. Mirov dikare ji zaraveyê xwe hez bike lê hewce nake mirov shovenîzmê bike. Bi ya min Soranî bêhtir di bin bandora Kurmancî û Goranî de maye, ne ku Kurmancî bikeve bin bandora Soraniya nûjen. Mirov nikare kategorîze bike lewra koka wan yek e.. --Bablekan 19:41, 8 sermawez 2009 (UTC)