Gotûbêj:Tolhildan (herêm)

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gotareke gelek xweş. Ez mereq dikim, navê "Tolhildan" ji kû derê hat, kê da? --Erdal Ronahi 12:24, 14 adar 2007 (UTC)[bersiv bide]

Ez niha li ser serhildana Bozan Beg dixebitim. Mixabin agahî kêm in. Çavkaniyên dewletê jî hene lê bi dijminî ne, bawerî nabin. Tu jî dizane, yê me Kurdan malwêranî ye. Xema rewşenbîr, dîroknas û hizb û partiyên me nîne ka Bozan Beg kî ye, çi hatiye serê Kurdên Derya Spî hwd. Ez wekî çavkanî pirr qiymetê didim stranên dengbêjan, stranên, gotin û serpêhatiyên herêmî.. Li ser Sehildanên Derya Spî gelek materyal hene, herçendî ne sîstematîk bin jî.. Bazarcix, Kurecîk, Elbistan, Îskenderûn û Dîlok cihên pirr girîng in.. Kasetên dagirtî yên herêmî hene. Îcar te pirsiye nav ji kû tê. Ez bawer nakim pirr kevn be.

.. Bozo Bozo bozê mêrano Îro Bazarcix o Sibê bi Xwedêyo Ji Kafkediyê, Heyderşan, Elîfê heya Entabê Tolhildan o..

Ez ê bersîva te bidim lê bi ya min li ser êş û azarên Sînemiliyan cihên ew lê jiyane dengbêjan wisa binavkirine. Ango divê heyfa wê were girtin.. Lê ez ne dîroknasim.. PKKê jî wisa binavkiriye.. Eyaleta Serhed, Xerzan, Botan, Dersîm, Tolhildan hwd (binêre lîteratûra PKKê ya berê). Nizanim bû bersîv an na? --Bablekan 15:31, 14 adar 2007 (UTC)[bersiv bide]