Gotûbêj:Xirbê Kêryanê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

GUNDê XİRBE KERYANê

Bi Meryem  re hevpeyvîn

Xebat:  Navê Xirbe Keryanê ji ku tê û mana wê çiye?

Meryem: Berî ku li wir ciwarbûn hebûye yanê berî 48 sal berê li wir erdên me hebûn. Ji ber vê yekê dihatine vir şixul, lê belê ji ber ku bi rojan didomî zêde dibetilîn û biryar dan ku bar bikinê cem erdên xwe. Cihê ku erdên wan li wir bûye gelek çal(bîr)û kevirê kilsînî ên jihevdeketî hebûne. (Ev jî tê wê manê ku berî 2000 sal berê jî li vir hatiye jiyîn.)Gava ku biryara barkirinê daneserê pêşî sê bavik(Hecî Emer ,Hesen , Xelîl)hatine(1955). Pêşî wan li vir xanî ava kirine û di ber çêkirina xaniyan de di binê erdê de di hêjayê tûncê de perene reş dîtine û ku paqij kirine dîtine ku li ser Keryan¬-î dinivise. (Keryan di zimanê Osmaniyan de tê mana kesê razayî, naîm.) Xwdiyê van pereyên di hêjayê tûncê de qebîleya Keryanî ya di heyama Abbasiyan de ye. (di dîrokê de derbas dibe) Ji xeynî vê li wî cihê ku erdên wan li wir de gelek xanî û çalên(bîr) ketî hebûne. Ji ber vê yekê kalikên me yên ku li wir bi cih bûne navê vir kirine Xirbe. Di dawiyê de jî ji ber pereyên tûnc ên Keryan-î u xwezaya xwe navê wê bûye Xirbe Keryanê.

Xebat: Di gundê we de çend salan hatiye jiyîn, yanê kengî ava bû û kengî xirabû?

Meryem: Gundê me di sala 1955 an de ji aliyê sê bavikan ve hatiyê avakirin. Ji avakirina gundê me û vir ve 53 sal derbas bûye. Di sala 1990 î ve jî vala bûye. Ev jî tê wê manê ku ev 17 salin ku gund vala buye.

Xebat: Çima hûn ji gûndê Deywanê ku bi bajarokê we yê vega ve giredayî ye hatine Xirbe Keryanê?

Meryem: Milkê me yanê erdên me li wir bûn, ji ber zehmetiyên çûn û hatinê me biryar da ku em li cem erdên xwe bi cih bibin. Xebat: Kî biryar da ku hûn gundekî halo ava bikin?

Meryem: Hecî Emer , Hesen , Xelîl . Pêşî ew li wir bi cih bûne. Cara pêşî ku hatine Xirbe Keryanê kolikên biçûk ji xwe re vedane. Sibehan li ser erden xwe dişixılîn û evaran jî di wan de diman. Lê ji ber ku ev jî ji wan re zehmet hatiye pêwîst dîtine ku Xirbe Keryanê ava bikin.

Xebat: Di gund de nêzîka çend malan hene?

Meryem: Nêzîka 15 malan hene. Ji xeynî ve di gundê me de 28 çal hene. Gelek ji van çalan, ji aliyê Qebîleya Keryaniyan ve hatine çêkirin.

Xebat: Çend bavik di gund de hebûn?

Meryem: Heft bavik hebûn ev;Hecî Emer Hesen , Hecîk Alan, Xelîl , Evdo Emîn , Mahmut .

Xebat: Baş e we debara xwe çawa dikir, we ava xwe ji ku dianî?

Meryem: Pêşî ji bajarokê Kerboranê bi heywanan me dianî. Piştre jî bi traktoran me dianî. Berî wê jî me çalên ku ji ber Qebîleya Keryaniyan mabûn me paqij kiribûn û me ew bikar dianîn.

Xebat: Çima xaniyên we niha nîvxirabûyîne?

Meryem: Hem ji ber xwedîderneketina me hem jî ji ber şertên xwezayî xirabûne.

Xebat: Di gundê we de dibistan,dikan,mele û hwd. hebûn?

Meryem: Di gundê me de ne mekteb ne jî rê hebûn. Ji ber vê yekê me ji gundê Deywanê mele dianî.

 Xebat: Di gundê we de çalakiyên çawa hebûn?

Meryem: Di gundê me de salê carekê di roja şêxan de em diçûne ser tirban û me serqeyên xwe didan. Ji xeynî wê jî me salê carekê tevde danûka savêr û dims çêdikir.

 Xebat: We herî zahf ji hij çiyê gundê xwe dikir?

Meryem: Kêfa me herî zahf ji civatên êvaran re dihat.

Xebat: Di gundê we de herî zahf kîjan xwarin dihate çêkirin û çi texlîtên tirhan hebûn.

Meryem: Xwarina ku me herî zahf çêdikir kutilk bûn. Di gundê me de tirhên bilbizêkî, sincêrî, mezrone, tirhê reş û gelek cureyên din hebûn.

Xebat: Di gundê we de eşîr, axa yan jî tiştekî wilo hebû?

Meryem: Na, di gundê me de tu eşîr û axa nebûn.

Xebat: Di gundê we de dawên xwînî an jî tiştên weke wê hebûn?

Meryem: Na, qet tiştekî wilo çênebûye, lê car caran bi gundên dora me re hin pevçûnên me çêdibûn.

Xebat: di gundê we de yên ku bûne cerdevan(qurîcî) hebûn?

Meryem: Na, li dijî ewqas zilm û zordariya eskeran jî me qet ev tişt qebûl nekir. Ev biryara me bû sedema barkirina me.

Xebat: Cara pêşî û cara dawî kî ji gund derket?

Meryem: Cara pêşî mala Hecî Xêrî û mala Hisên Aktürk derketin. Ên dawiyê jî derketin mala Hecî Brahîm Alan bûn.

Xebat: Çima hûn ji gundê xwe derketin?

Meryem: Sebeba pêşî zordestiya hikumetê bû. Ji ber zilm u zordariyên ku li gundiyên me dikirin em mecbûr man ku em koç bikin. Ne ji ber sebebên aborî(ekonomîk) me bar kir. Gundê me zahf xweş bû. Bi wan xaniyên kevirîn û bi wan bexçeyên ku bêhna tirh dihatinzahf xweş bû. Me qet nedixwest jê derkevê lê weke ku min got, ji ber zordestiya hikumetê em derketin