Gotûbêj:Zimanên hind û ewropî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zimanmalbata Hind - Ewropî yan Hindewropî ne çêtir e? Heger "û" girê bide, çiqas girêdan be jî behsa du tiştan tê kirin. Elî û Welî tu çi bikî nabe yek bêjeyek. Elîwelî yek bêjeyek e. Dar û mazî yan Dara Mazî=Darmazî.. Dêlegur, Fisegur hwd. Nizanim a îngîlîzî çawa nivîsiye, gelo "and" xistine navberê? Yan jî a Almanî gotiye Îndo und germanisch? Navê bilêvkirinekê jî ev e, çima înd(o)germanî nabe? --Bablekan 11:50, 11 adar 2008 (UTC)[bersiv bide]

Hînd û ewropî, hîndûewropî, hîndoewropî, hind-ewropî, îndoewropî, îndo-europî, îndoeuropî, hind-ewropî... nizanim kîjan çêtir e... lê bi baweriya min em dikarin hîndoewropî an jî îndoewropî bêjin, heker em van peyvan jî bikarbînin: afroamerîkî, afroasyayî, afrobrasîlî, afrokûbayî, afroewropî; angloamerîkî, anglokatolîk, anglohîndî, anglonormandî, anglosaksoyî; euroasyayî / ewroasyayî, eurokomûnîzm / ewrokomûnîzm, eurosîberyayî / ewrosîberyayî; frankokenedayî, frankoprovenzal, frankoprûsyayî; germanobaltîkî, germanosovyetî; hîndoafganî, hîndoafrîqî, hîndoarî, hîndoewropî, hîndoîranî, hîndoçînî; hîspanoamerîkî, hîspanomisilman, hîspanoromayî; îtaloalbanî, îtalobîzansî, îtalokeltî; rûsoelmanî, rûsojaponî; sînojaponî, sînotîbetî; kurdogermenî; kurdoewropî... bi soranî hînd u ewropî dibêjin, faris jî dibêjinê hînd-u-avropayî MikaelF 19:43, 14 adar 2008 (UTC)[bersiv bide]
Zimanmalbat... ez bawer nakim ku zimannasekî/e kurd hebe ku "zimanmalbat" bibêje. Malbata zimên, malbata zimanên hîndoewropî, malbatên zimanên îranî û hwd., ne xweştir e, gelo? êvarbaş MikaelF 19:43, 14 adar 2008 (UTC)[bersiv bide]
Nizanim çima jiyana me ne kollektîv e û em çima pervekirina karan nizanin. Wele nizanim çima. Her yek ji me dixwaze xwe bike berpirsiyarê her tiştî. Ronakbîrên me jî wisa ne. Her yek ji me xwedî zanînek e. Bo mînak ez baş ji xwarinan, firaqşuştinê têdigihêjim. Neyarê dizên kedê me, ji kariyerîstên bêkalîte gelek aciz im. Ji xwendina helbestan hez dikim lê nikarim binivîsînim. Ji peywirdariyan na lê ji berpirsiyariyan hez dikim. Yek emir bike bêje bike, bi qasî mirov bi xwe pêdiviyan bibîne û berpirsiyariyan hilgire ne çêtir e. Ez rabim xwe bikim helbestvan, zimanzan hwd nabe. Li wîkîya me nizanim çima kollektîvîzmeke tê-xwastin nîne. Werin xeyal bikin: Em hemî gorî hêza xwe gotaran dinivîsînin. Lê ji xeynî wan her yekê me ji tiştekê berpirsiyar e. Bablekan bi roj û şev nobeta vandalan digire û nahêlê ziyanê bidin keda me. MîkaelF gotina dawî ya bilêvkirina bêjeyên cografî, biyolojî, bi kurtî zanistiye dike. Di nakokiyan de, em bo cara dawî diçin cem wî û wî kîjan bilêvkirin standart û gramatîk dît em bi ya wî dikin. Tenê navê du kesan min da lewra niha di nîqaşê de me herdu ne. Hevalê X ji berpirsiyarê kategoriyan e. Bi rastî jî ristin û gûşîkirina kategoriyan ne hêsan e. Hevalê Y int.wîkî dike. Yek berpisiyarê wêneyan e... Ez li sîstemek digerim. Sîstemeke kollektîv a bi hestên berpirsiyariyê.. Carnan diqeherim, zimanê min tûj û şaş jî dibe. Lewra kes bersîva pêşniyaran çi erênî-çi neyînî ewçend nade. Em hêj di serî de ne. Ji niha ve gelek şaşiyên me hene. Gotarên me yên olî (min gelek rexne kir) ne zanistî û bêalîne. Standarda Kurmancî heye lê hin kes bi zanîn bi devokên xwe dinivîsînin û guh nadin rexneyan. Ango hin kes dibêjin "ne xema me ye ziman û zanistî. Em li gundê xwe hatine jiyanê dê li wir biçin. Ji me re ne lazim 520.000 km². Ji me re ne xem e pişavtina dagirkeran. Ji mere ne lazim e wêjeya Kurdî. Ji me re Kurd û Kurdistan, bi qasî gundê me pêwîst e". Temam admînên me naxwazin mirov ji vir sar bin û hejmara gotaran kêm bimîne.. Ez heq didim wan. Lê heger wan sîstema xwe jî ava bikirana û bidana rûniştandin ne kesê dilê xwe digirt, ne xemên xetereyên paşerojê diman. Min dirêj kir bibore MîkaelF. Ez ji babetê dûr ketim. Kekê were gava yekemîn bavêje û standarta navên cografîk îlan bike. Erdal jî pê dizane. Paşê jî em têkevin guftûgoyên standardên din. Dembaş. --Bablekan 20:37, 14 adar 2008 (UTC)[bersiv bide]

Wîkîpediya, li min bibore, min peyva zimanmalbat guhart. Ya bi min ev peyv ne kurdî ne rind e. Malbateke zimanan, malbatin zimanan, malbata zimanên hind-ewropî, û hwd rintir e, an na? silav--MikaelF 15:33, 19 kewçêr 2008 (UTC)