Zimanên hind û ewropî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Belavbûna zimanên hind û ewropî
Zimanên hind û ewropî

Zimanên hind û ewropî, malbatek zimanî ye ku xwecihiya pirraniya ewropî, deşta Îranê, erdnîgariya Kurdistanê û parzemîna bakurê Hindistanê pê diaxivin. Hinek zimanên ewropî yên vê malbatê, inglîzî, fransî, portûgalî, rûsî, holendî û spanî ku di serdema nûjen de bi kolonyalîzmê ve berfireh bûne û niha li çend parzemînan têne axaftin. Malbata zimanên hevlêzim ên ji Ewropa heta Hindistanê, bi 2.5 milyar axaftinêran a herî mezin li cihanê ye. Lêzimiya zimanên hind û ewropî bi qadên (flexion), (numerus), zayend (genus) û deng hatiye isbatkirin ku kurdî jî endamê wê ye. Malbata Hind û Ewropî li ser çend şax, yan jî bi bin-malbatan hatiye dabeşkirin ku ji wan heşt kom hene ku zimanên wan di roja îro de jî zindî ne. Di nav zimanên zindî albanî, ermenî, balto-slavî, keltî, almanî, helenî, hind û îranî û îtalî ye. Neh beşên din ên vî zimanmalbatê niha hatine jibîrkirin.

Têgiha "hind û germanî"[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimannasên sedsala mezin ev têgih bikar dianîn, ji ber ku zimanên di vê malbata zimanan de ji hev dûrtirîn zimanê hindî yê kevn, sanskrît û germanî bûn. Zimanên keltî ewdem ne dihatin jimartin, ji ber ku rêzimanên wan xwedî hin taybetiyên cihê bûn û toxarî a bêhtir li Rojhilatê bû di sala 1890 hat dîtin.

Di warê zanistiya zimanên hind û ewropî de zimannasên alman pêşiya giştan in. Ew navê "hind û germanî" bikartînin.

Dabeşa hind û ewropî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Reh û peresendî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên hind û ewropî di wateya zimanzanî de lêzimê hev in.

Di dawiya sedsala 18an de rojhilatnasê îngilîz William Jones wekheviyên di navbera sanskrît a zimanê Hindistanê kevn û latinî û yewnanî de dît û têgihîşt ku rehên wan yek in. Pişt re ev lêzimî di navbera farisî û keltî de jî texmîn kir.

Franz Bopp ê alman bi berhema xwe ya li ser yekrehiya sanskrît, yewnanî, latinî, farisî û almanî bingeha zanistiya hind û ewropî li Almanya danî.

Zimanê hind û ewropî yê rehane bi awayê zimanzanî hat veafirrandin. Lê ti kes nikare bibêje ku ev zimanê kalên hind û ewropiyan bû.

Welatê gelê kal û bavên hind û ewropiyan li ku der e, ew jî baş nayê zanîn. Ewropî dibêjin ew bakûra Derya Reş e. Lê dîroknasên arî, bi taybetî kurd, dibêjin ew çiyayên Zagros, ango Kurdistan e.

Zimanên hind û ewropî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên hind û îranî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên hind û arî an hindî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên nuristanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên îranî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên îranî yên rojhilatî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Binşaxê bakur-rojhilatî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
      • beşa skîtiya rojava
        • Skîtî (mirî ye)
        • Osetî an îronî
      • beşa xwarezmî
        • Avestayî
        • Xwarezmî
      • beşa sogdî
        • Sogdî (mirî ye)
        • Yaxnobî
      • beşa baktrî
        • Baktrî (mirî ye)
      • beşa skîtiya rojhilat
        • Sakayî (mirî ye)
        • Paşto
          • binşaxê pamîrî
            • binbeşa waxî
              • Waxî
            • binşaxê muncî û yidxa
              • Muncî
              • Yidxa
            • binşaxê sangleçî û îşkaşmî
              • Sangleçî
              • Îşkaşmî
            • binşaxê şuxnî û yazgulamî
              • Şuxnî
              • Yazgulamî
    • binşaxê başûr-rojhilat
      • Paraçî
      • Ormurî

Zimanên îranî yên rojavayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Binşaxê bakur-rojavayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Binşaxê başûr-rojavayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yewnanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên Îtalî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên keltî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên germanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên baltî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên slavî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Merritt Ruhlen (1991). A Guide to the World's Languages. Vol. 1: Classification. Edward Arnold, London-Melbourne-Auckland.