Gotûbêja bikarhêner:Selamdari

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî![çavkaniyê biguhêre]

Gomadapeyam 17:29, 22 reşemî 2016 (UTC)

Toreya zarokan[çavkaniyê biguhêre]

Selam Darî

Eger ne ji zaroka biwa ticarî dê fêrî lorandinê nedbû. dêmek zarok dahênanê bi xwe re tîne. jiyan bi zarokan xweşdibe ,qerebalixê wan leystikê wan û kenê wan, di kolanên bajaran de,û li ser bênderên gundan. Wek win di zanin zarok mêweyê jiyanê ne, û nifşê pêşerojê ne,û firiştên ser riwê zemînê ne .heme mizgîniya herî mezin di jiyanê de bi zayîna zarok re tê.û her wiha ew bingehin di perwerdekirina civakande,ji lewra pêdiviyek bi guhdaneke taybet bo wan divê,vêce hemû rêbazên perwerdeyiyê berê xwe bi xurtî dan perwerdekirina zarokan. ji ber ku avakirina civakeke durist û pêşketî bi avakirina kesayetiya zarokan destpêdike.û ji ber ku kesayetî ne bi zayîna zarok re çêdibe,lê belê di riya dan û standinê bi jîwarê xwe re zarok kesayetiyê qezenc dike. û li gor vê rasteqîniyê jîwarê zarok kesayetiya wî avadike. Erê zarok mirovekî hestyare dikeve bin bandora jîwarê xwe de.lewma Kurd dibêjin:dilê zarokan dagitiye,lê devê wan nagere.de ka em danasîna toreyê bikin: Tore:berhevkirinek yan jî wênekirinek endîşeye(texeyulî)ji jiyanê re,di riya avhiyên zimankî, û ew bixwe jî şaxek ji şaxên zanista mirovayî giştiye. Û toreya zarokan wisa tê nasîn: Toreya zarokan:ew komek ji berhemên toreyî ne, yê ku pêkêşî zarokan dibin,û çavdêriyê bi pêdivî û asteyê geşebûna wan dikin. Boyî vê yekê toreya zarokan roleyek çandî di leyize,ji ber ku wan fêrî zimên dike,û her wiha coreyên çandeyê şanî wan dide,û bi ser vê tevî jî roleyek wê di zanistê de jî heye,û bi vî rengî toreya zarokan dibe dezgeyek di avakirina çanda zarokan de. Dema Can Cak Roso bangkir:(zaroktiyê bi nase).mebesta wî ew bû ku em pêdiviyên zarokan xwestekên wan bizanin ,da em bikaribin riya perwerdeya rast bo wan peydakin. û li gor gotina feylesûfekî dî jî:mejiyê zarokan mîna kaxezeke spiye ,tu çi têde binvîse ma ew.vêce berpirsyariya me beramberî zarokan mezine.û divê em çavdêriyê li wan bikin .em sinciyên pak bi wan xweş bikin wek :mêranî ,ciwamêrî,rastî,alîkarî, dilsozî…………..ûhd. Ereb dibêjin:zanîn di piçûkatiyê de,mîna nexşê li ser kevire.ev mejiyê teze zû bi zû tiştan jiberdike,û ji bîrnake.û ev sedeme ku çîrokên diya min ji min re di gotin dema ez zarokbûm, ta niha di bala min de ne wek çîroka: şengê û pengê,zîlanê, gur û rovî,rovî û dîk………ûhd. Gelî biraderan : rijêma ba,sa Sûryê şerkî dijwar dijî zimanê me dikir , ji ber ku dizanî ziman yek ji mercên serekeye di hebûna gelande,biryar hebû bi qedexekirina zimanê Kurdî di cihê fermîde. Ev seyaseta çewt dijî zimanê me ziyanek mezin gihande hemî cûreyên toreyê, û bandorek mezin li pêvajoya zanînê kir. Û bi van pîlanên xweyî şofînîst ,dergehê pêşketinê di toreyê de girt .vêce di rewşeke wiha de ,normale ku toreya zarokan jî li paş bimîne.û ev rasteqînî diyare ,di kêmbûna kesên derbarî zimên û mamustayiyê de di xebitin,bi zanyariyeke rêkûpêk li rojavayê Kurdistanê. Toreya zarokan li rojavayê Kurdistanê:toreya zarokan du beşin: 1-toreya bilêvkî (gelêrî):ew gencîneyeke ji cûreyên toreyê,gelek nivîseran xabteke hêja kirin di riya danheva evê toreyê ,û ji xwe re kirin karekî sereke,û bi vî karê pîroz ev renge tore parastin,wek nimûne berêz Rizo Osê 5 kom ji çîrokên zarokan di sala 2005 belavkirin ew jî ev in: 1-dîk dîko. 2-libhinarê. 3-bavê hepûn. 4-şengê û pengê. 5-finda şemal. 2-toreya zarokan ya nivîskî:toreya zarokan ya nivîskî ewe ya ku li ser destê nivîseran bi rêve diçe. ez dikarim çend navan bijmêrim ku ji zarokan re nivîsîne: mina Ferhadê Içmo ku komek helbestên zarokan nivîsîne bi navê(landik1).û wek nimûne min ev helbest ji landikê hilbijart: Çûko çûko sefarî Mij te re got sed carî Veger li hêlîna xwe Vaye baran di barî Çûko veger hêlînê Guh ned qîr û nalînê Heger rokê buhar hat Derkev ji bin kulînê

Û her wiha Ehmed ismaîl hin şano ji zarokan re bi zimanê Erebî nivîsîne  wek:توبة الثعلب البارزاني  û  

Konê Reş jî komek helbestên zarokan bi navê Sîpan û Jînê ristine. Osman Sebri jî hin çîrok ser zimanê lawiran boyî zarokan weşandine.mîna: (dîk û rovî ). Û Cegerxwîn jî hin helbest bi çîrokî di dîwanên xwe de bo zarokan ristine. Mîna: ( şêr û pilig).dibêje: Şêr û piling tevde çûn Rastî serîk penîr bûn Vî jêxwar û wî jêxwar Herduwa li hev dane dar Yekî ji ê dî re got Herdû rabûn bûne cot Go em herin cem rovî Seydayê weh û kovî lê mixabin wek ku berhemên toreya zarokan kêmin, wisa jî xwendevanê wê kêmin.beramberî piroblemeke wisa em gihan baweriyekê,ku pêwîste em bi nifşên nû destpêbikin,da em xwendevanê zimanê Kurdî pirbikin,vêce Himber vî şerî Min û Hefîz Ebdurehman û xalid Muhemed ,me pirtûkek bo fêrkirina zimanê Kurdî bi navê( Pirtûka min ) çêkir. Û ji ber ku ez mamuste bûm hayê min ji rêbazên fêrkirinê hebû , me rêbazên fêrkirinê dîtin wek rêbazên Erebî, Ingilîzî ,û me li gorî wan rêbazan ev pirtûk çêkir.bi şêweyekî zanistî û perwerdeyî,li gorî rêbazên nûjen em pêdçûn, ev pirtûk li gorî asta zarokên ku berî herin dibistanê re ye, ji ber ku asta wê destpêka xwendinêye.bi rêyek hêsan zarok fêrî zimanê xwe dibe.pirtûk 70 rûpele .ji hêla kêsmê xwe ve gelekî ciwane,û bi wêneyê rengîn xemiliye,cil ûbergên kesan di pirtûkêde modêrnin,derhênerê vê pirtûkê Luqman Ehmed e ew şêwekarekî bi nav û denge.vê pirtûkê zû bi zû cihê xwe girt. Ji ber ku cara yekembû pirtûkek bo zarokan bi vê ciwaniyê li rojavayê Kurdistanê derdikeve.heme me 4000 jimar çapkirin ,lê kêmî sê mehan ew jimar tevde belavbûn.me xwest di riya vê pirtûkê re her malek kurd bikin dibistanek,û mebesta me ew bû: em mafê zarokan ku fêrbûna zimanê dayikê ye, bi cih bînin,lewra me dest bi korsên fêrkirina zimên kir, li hemû bajar û gundên Kurdistana rojava.û ta niha jî kors bi vê pirtûkê di çin serî.xwesteka me ji vî karî ewe: avakirina nivşek kurd evîndarê çand û kelepûrê xwe be. Ev armanc tê pêkanîn dema em binasin, ku qonaxa zaroktiyê berî dibistanê,qonaxa herî giringe di avakirina kesayetiya zarok de. û em wek dê û bav berê zarok bidin xwendinê, û em jî ji wan re bixwînin,bi vê piroseyê du armanc bi cih dibin: yek jê civakiye , û ya dî perwerdeyiye.bera duruşma me ev be:( ji zarok re bixwîne ).da ku zarok kêlîk ne kêfxweşyê bi xwendinê re bibînin,û pirtûk bibe mîna dostekî ji wan re,di mehên pêşîn ji jiyana wan.

em hewl bidin wan bikin kesne serkeftî di hemî cûreyên jiyanê de.em dergehê pêşerojê bi firehî li ber wan vekin .