Alfabeya kurdî ya latînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Alfabeya kurdî ya latînî ji bo nivîsandina çend zaravayên kurdî tê bikaranîn.

Di nivîsina zaravayê kurmancî de tîpên latînî, kîrîlî û erebî tên bikaranîn. Ji van alfabeyan yê herî zêde tê bikaranîn û ji aliyê nivîskar, hunermend, rojnamevan û rewşenbîran ve hatiye pejirandin tîpên latînî ye.

Alfabeya latînî, alfabeyeke fonetîk e, ango her tîpek nîşanê dengekî ye û ji alfabeyên din baştir bersiva dengên zimanê kurdî dide. Hejmara tîpên alfabeya kurdî 31 in.

Di zimanê kurdî de 31 deng hene[çavkanî hewce ye] û ji bo her dengekî jî tîpek heye[çavkanî hewce ye]. Bi tenê dengekî taybetî di zimanê kurdî de heye ku bi du tîpan derdikeve û bi kurdî jê re pevdeng û ewropî jî dîftong dibêjin. Ew jî tîpên xw ne. Dengê tîpa "x" bilind û xurt e û ya "w" jî nizim û zeyîf e. Carnan dengê "w" weha kurt û zeyîf e ku mirov nabihîse û bi tenê dengê "x" dibihîse. Loma jî di nivîsandina kurdî de herî bêtir çewtî di vî dengî de tê kirin. Ev dengê kurdî ku ji du tîpan derdikeve di zaravayê kurdî de ne wek hev e. Di zaravayê kurmancî de jî li gor herêman tê guhartin.

Alfabeya kurdî 2011 li Amedê

Soranî, dimilî û li hinek deverên kurmancî jî bi tenê tîpa "x" bi kar tînin. Lê di rastnivîsa kurmancî de pêwîst e ku mirov "xw" binivîse.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Marogûlov[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Alfabeya pêşîn a latînî ji aliyê Îsahak Marogûlov hatiye amadekirin. Bi spiratina hikûmeta Ermenistanê, di sala 1928'an de Erebê Şemo û Isahak Marogulov (bi koka xwe asûrî) alfabeya kurdan ya bi tîpên latînî damezirandin. Hema wê salê pirtûka wan e "Xwe bi Xwe Hînbûna Kurmancî" çap bû. Ev yekemîn pirtûka kurdî bi tîpên latînî bû.

A a B b C c Є є Ç ç D d E e Ә ә
F f G g Ƣ ƣ H h I i Ь ь J j K k
Ⱪ ⱪ Q q L l M m N n O o P p Ҏ ҏ
R r S s Ş ş T t Ţ ţ U u Y y V v
W w X x Z z Ƶ ƶ Ħ ħ Ә́ ә́

Celadet Bedirxan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştre alfabeya latînî ya ji Mîr Celadet Bedirxan hatiye çêkirin. Mîr Celadet, di sala 1919an dest bi amadekirina xebata alfabeya latînî kiriye. Wî di 15ê gulana sala 1932an de di hejmara pêşîn ya kovara Hawarê de dest bi belavkirina alfabeya kurdî a latînî kiriye. Loma ji alfabeya kurdî ya latînî re "alfabeya Hawarê" yan jî "alfabeya Celadet Bedirxanî" jî tê gotin.

Berî hejmara 24an, cihê herfên "q" û "k" guhertî bû. Yanî "kovara kurdî" weke "qovara qurdî" dihate nivîsandin.[1]

A a B b C c Ç ç D d E e Ê ê F f
G g H h I i Î î J j K k L l M m
N n O o P p Q q R r S s Ş ş T t
U u Û û V v W w X x Y y Z z

Alfabeya kurmanciya latînî ya îro[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Skrîpta Romanî Mînan IPA
A, a Agir, xa /ɑː/
B, b Bajar, rabû /b/
C, c Cil, Armanc /d͡ʒ/
Ç, ç Çar, keç /t͡ʃ/, /t͡ʃʰ/, /t͡ʃˤ/
D, d Derî, azad /d/
Đ, đ Ađ, eđa (Hewramî) /d̪/
E, e Endam, Ode /a/, /ɘ/, /ɛ/
Ê, ê Êş, kêm /eː/
F, f Ferman, berf /f/
G, g Genim, dereng /g/
H, h Heyv, reh /h/
H, h (Ḧ, ḧ) Heyf, behr /ħ/
I, i Işkestin, Zivistan /ɪ/
Î, î Îro, nîv /iː/
J, j Jiyan, roj /ʒ/
K, k Kom, yek /k/, /kʰ/, /kˤ/
L, l Lal, piyal /l/, /lˤ/
M, m Mal, cam /m/
N, n Nan /n/
Ň, ň Deň (Hewramî) /ŋ/
O, o Ode, roj /oː/
P, p Pere, tîp /p/, /pʰ/, /pˤ/
Q, q Qelew, beq /q/
R, r Rezber, kar /ɾ/, /r/
Ř, ř Řeq /r/
S, s Sar, Spas /s/, /sˤ/
Ş, ş Şivan, Baş /ʃ/
T, t Tirî, mast /t/, /tʰ/, /tˤ/
U, u -, guh /ʊ/
Û, û Ûr, bûz /uː/, /yː/
Ü, ü Xün (Kelhûrî) /ʉː/
V, v Vegerîn, av /v/
W, w Welat, xwendin /w/
X, x Xweş, Bext /x/
X, x (Ẍ, ẍ) Xelet, bexdenûs /ɣ/
Y, y Yar, jiyan /j/
Z, z Ziman, mezin /z/
Ă, ă ('A, 'a) Ăciz - 'Aciz, măd - m'ad

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Hejmara 24". Hawar.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]