Gotûbêja bikarhêner:Xizan Şîlan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî![çavkaniyê biguhêre]

Gomadapeyam 20:56, 1 sermawez 2013 (UTC)

Hesreta hilmgirtî[çavkaniyê biguhêre]

HESRETA HILMGIRTÎ


lê lê rindikê derdekî giran li min peda bûye nizanim derdê xwe ji kê re bêjim li nav raman û hestên serxweş lal û gêj im li biharan kulîlkên hesretê çilmisîn li havînan berf û pûka çaxên genî li ser serê min barîn li payîzan tovên bextê reş li baxê hezkirinê hatin çandin li zivistanan kirasê tofanên har li qefesa rojên şad hat pêçandin lê lê xezalê ma tu nizanî li nav dûmana kendalên dirinde li şopa henasa te ya germ digerim bese were şîrîna min dergehên koşka dilê xwe ji min re veke weke ku min ji te re vekirî da ez werim serdana bejna te ya fîdanî û eşqa xwe ya nependî diyarî çirûskên finda awirên te bikim keziyên porê te yên xumrî bi cirifîna lêvên peritî şe kim xunava gewriya te ramûsim û bi lezeta bêhna te sermest bibim di neynika rûyê te ya narîn de qedera serserî bibînim strana jibîrbûyî ji te re bilorînim lê lê rengxweşikê li ber pencera hilmgirtî bendewarê siya pêjna te me li berbangên sibehê sêwiyekî derbeder im li koretariya şevên newêrek xeyaletekî şeveder im ma çima te ez xistim nav jiyaneke zindî mirî te konê axîn û nalînan di xewa şevên min de vegirt tûrikê hesretê bi derd û kederan dagirt êşa salên qehpik li qolinca min siwar kirin û zîpikên kul û birînan li laşê min barandin lê lê delalê kaniya hêviyên bi coş miçiqîn tîra bêbextiyê di movikên pişta daxwazên şîrîn de daçikîn dest û piyên min li nav qêrîna rondikên xeman dilerizin bargiraniya sewdaya te ez pir westandim tîrêjên melûliya bîbikên çavên te hestî û parsûyên min helandin bayê felekê berê min da çol û beyarên bi kelem û strî li dûrî te li bêrîkirina te di bêaramiya xwe de di keserên sînga xwe de difetisim li gera dîtina te lingên min şemitîn kezeb û gurçik li min şewitîn bêdengiya tenêtiya kambax ez kuştim li xurbetê bêcîh û bêwar hîştim ez perîşan im lê lê gewrê de were were perîşan im perîşan perîşan…


       Xizan Şîlan
       2013-04-01
       Stockholm

Ez her şev di hembêza bêxewiya jana mirinê de bi ferişteyên dojehê yên serxweş re direqisim... Xizan Şîlan

EY MIROVÊ VIREK


Ez û tu berî deh mîlyon û bi mîlyaran salan, berî deh hezar û sed hezar salan… berî neh mehan û neh rojan, berî rojekê lê ji neh mehan carekê… li asîmanê, li ser axa cîhanê lê ne axa min, ne ya te, ne jî ya wî… doh ya me bû, îro jî ya me ye. Ya me hemû mirovan e, ya bav û dayika min û te, yê pîr û kalan e, bi hev re bi hezar salan wekhevî li ser jiyan e… te bi destê xwe parçe parçe kiribû axa cîhanê, weku şekek mezin li nava serê cîhanê xistibû, kul û birîneke kûr û fireh di kezeb û dilê cîhanê de vekiribû… axa cîhanê li te hêrs dibû, lewra te axa cîhanê parve kiribû di nava xwe de, lê ne wekhevî… carek were binêre xweza çiqesî dewlemend e bi libên geniman, lê ev çi tazî û birçîbûna zarok û belengazan… der û dor tijî bûn bi ava lehî û robar û çeman, lê ev çi tî bûn û mirin û ziwabûna lêvên qelişî… ez gelê kurd, netewa kurd, te azadiya min girtibû ji destê min, axaftina serbestiyê qedexe kiribû li min, lê te nema dikarî tune bikira hebûna zimanê min… te li ser axa min jiyan herimandibû li min, axa ku bi hezaran salan li ser dijîm, lê te ew axa nema bigirta ji destê mirina min, ew axa ku laş û giyanê min pê hatibû nixumandin… te ew axa nema bigirta ji destê tirba min, ew gora ku cendek û hestiyên min yên bêlivok û bêjîndar di nava dilê xwe de veşartî û parastî… te ew kevira nema bikaribûya rakira û tune bikira, kevirê ku li ser gora min hatibû danîn û nasnameya min li ser hatibû nivisandin… goştê laşê min dê bihele, bibe tovê hêşinahiya kulîlk û daran, bi hezar rengan yê dîsa zîl bide, can bide û bipişkive ji nû ve li ser sînga axa min, li ser çiya û zinaran, deşt û zozanan, dê bibe ava kanî û lehiyan û biherike di navbera newalan de… ez dergûşek çarmehnî di zikê dayika xwe de, yek parçe bûm, lê ne çar parçe, bi xwîna canê wê germ dibûm, mezin dibûm, dest û ling û awirên min azad û serfîraz dileviyan, hawirdor digeriyan li nav dil, pişk û cîgerên wê… min hewl dida ji bo ku bigêhêm meha xwe ya nehan, bibînim ronahiya cîhan, bijîm,bikenim, kêfxweş bibim di şadiya rojên aram de, wek bira,dost û mêvan ey tu însan, lê tu bûyî mirovkuj, xwînmijê dirantûj, dijminê xêrnexwaz, tu bûyî kûçikê har û binar û çavbirçî… min hê negirtibû pêsîra dayika xwe, nemêtibû şîra dayika xwe, te giyan ji min kişand, gewrî û qirik li min fetisand… ez keç û xortê çardeh sal î, dayik û bûka bermalî, te bombe berda ser serê min, gulle berda sîng û berê min, mal li min wêran kir, can li min şewitand, mirina min ya bi hezaran, axîn dikişand bi keseran, li ser çiya û zinaran, di hundirê şikeftan de birçî, lingxas û tazî, li nav serma berf û pûgê û di bin dilopên barana har de laşê min diqerisî, dest û pî ditevizî, giyan dilerizî… ji bo qultek av, pariyek nan, cotek meres, paçekî kiras, ji ber berjewendiya te ya aborî û rêzanî, hovîtiya te ya ne wek însanî, min dikir hawar û gazî, hawirdor dibezîm, ma tu çiqasî xêrnexwaz î, fêlbaz î ey tu mirov, ma tu canbaz î, lê tu ne li ser benê sîrkoyê, li ser axa min difirî û bi jiyana min dilizî… çiya, kevir û zinaran serî hildabûn, hembêza xwe vekiribûn û ber bi qêrîn û hawara min ve dimeşiyan, dengê wîçwîça çûkên ewran zikê asîmanê didirand, dar û daristanan porê serê xwe dirûçikand, dengbêjan kilamên şîna egîd û mêrxasan dilorand… ez ê kelepçeya zendê xwe bişkênim, zencîra koletiyê biqetînim, sînor û zîndanên rûreşiyê hilweşînim, tovên kulîlka azadî, aramî, şadî, bextewarî, dilxweşî û serkeftinê li ser bedena axa cîhanê bireşînim…


Xizan Şîlan 2013-03-03 Stockholm


DAYÊ


dayê ez nameya xwe dê sibê ji te re bişînim silavên xwe yên germî ji te re dişînim bejna xwe ditewînim têm destên te ez dizanim çawa xemgînin hestên te

dayê îro ez di Zîndana Bayram Paşa de me bi ranza ya xwe ve di quncik û koşê de me her roj û sibê bi girtiyan re di meşê de me ji ber agir û şewatê di nava canêşê de me

dayê îro ez ketime greva birçîbûnê rojiya mirinê ev roja berxwedanê ne ya girî ye tu xema min meke dayîka min zarşîrîn stranekê bêje li ser min bi dilbirîn

dayê îro em îsyan dikin di Zîndanan de qêrîn û hawara me belav dibe li asîmanan çilûçar hevalên me hatin kuştin laşên wan di xwîna sor de hatin şuştin

dayê Polîsan dest û lingên min kelepçe kirin dil û kezeba min çilûçar parçe kirin dêleguran derdorên min rapêçandin tîreke tûj di dilê min de daçikandin bêhna min çikandin û giyanê min kişandin

dayê ez gelek westiya me li hêviya azadiyê rawestiya me ji zilma gardiyanan netirsiya me bi lêxistina jopan nehesiya me

dayê xwînmijan agir berdan laşê min di serê min de nema hişê min dil û canê min diperitî xwîn ji cîgera min diherikî


dayê hevalan li ber zilm û zorê serî hildan mirin dabûn ber çavên xwe ji dildan hestî û parsiyên me şikandin ji milan ji bîra min naçe mirina çilûçar şehîdan

dayê wxeziya min di devê min de dimiçiqe janêşek ketiyê dilê min û gurçikê di bin êşkenceya Gardiyanan de dinaliyam weke berxan dikaliyam

dayê destmala kesk û sor li ba bike bêje ez qurban ji birîna kezeba min re tu yê bibî derman ji heval û dostan re bixwîne ferman îro di zîndanan de şehîd rabûn govend û dîlanê

dayê tirba min bikolin li Kurdîstan li ser kevirê gora min binivsînin destan kurdno, ji me re hat mizgîniya serbestî ye dê em ê xilas bibin ji koletî û bindestî ye çima axîn dikişînim li ser axa vî welatî Ka li ku mayê wekhevî û biratî ey mirin dîsa jî tu bixêr hatî


Xizan Şîlan