Gotûbêja modulê:Ziman/lîste

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sererastkirin[çavkaniyê biguhêre]

Silav @MikaelF, Avestaboy, Bikarhêner, û Balyozxane:, min çend sererastkirinên biçûk di lîsteyê de pêk anî lê di derbarê zimanê bi koda fry (frîsî) de zêde agahî min nedît û dibe ku di navê de xeletî hebe. Penaber49 (gotûbêj) 05:23, 11 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav, hûn çawa ne? Min jî çend sererastkirinên biçûk çêkirine. Bi dîtina min, niha derfeteke baş heye ku em navên modolê û sernavê gotaran bînin ber hev û yek bikin. Norwêcî yan norwecî, korêyî yan koreyê, ûzbekî yan ozbekî û hwd. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 08:25, 11 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF, Avestaboy, Penaber49, Balyozxane, û Ghybu: Merheba hevalino. Wekî ku min di berê de jî carekê gotibû, bi qenaeta min divê em ji bo standardîzasyona peyvan wek qaîde/qaîdeten bi serê xwe qerarê nedin, em ji bo vê yekê li rêber an ferhengên rastnivîsînê binêrin. Di vê mijarê de du ferhengên baş hene, yek Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmanciyê, ya duyem Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya M. Milmisanij û yên din. Û xebatên Weqfa Mezopotamyayê yên li ser çêkirina ferhengeke standardîzasyona peyvan jî dewam dike, gava ew xilas bibe, wê ew jî ji bo me bibe çavkaniyeke esasî (Not: Vê gavê jî qismekî ji wî xebatê li vê malperê hatiye barkirin.). Wekî din, herçiqas ev xebat wek qaîde rasterast bên esasgirtin jî, ger di van rêber/ferhengan de peyva mirov lê digere tine bin an ger îtiraz li ser hebe ji bo hin peyvan em dikarin ji van ferhengan veqetin jî. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:36, 11 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]