Gotinên pêşiyan
Jump to navigation
Jump to search
Gotinên pêşiyan di nav her neteweyê de hîmekî bingehîn ê civakî ye. Xwediyê wan gotinan ne belî ye û di bingeha xwe de gelek caran hatine guhertin. Gotinên pêşiyan, ew gotin in ku çîrokekê, nêzîkatiyekê, an perspektîfekê bi hevokeke kurt tîne zimên ku tim di hişê mirov de bimîne û mirov bi hêsanî bikaribe ji yekî/e din re jî bêje.
Çend Mînakên Cûrbecûr ji herema Oxîyê:
- Ji gayê bor re hincet fîtik e.
- Heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmiyê ne.
- Dema hirç pîr bû kudik pê gunikan dilîzin.
- Dema mirov kal dibe, zarok tilîkan davêjin mirov.
- Ker bi ku ve here jî ker e.
- Şîrê kerê encax dehşekê mezin dike.
- Mirov pîvazê nexwe bêhn ji devê mirov nayê.
- Şîreta kerê palasa wî ye.
- Bi fisan çarşef boyax nabe.
- Bi tirr û fisan hundir germ nabe.
- Hêter çi qas jî ji hev dûr herin guhê xwe tim li ser hev bin.
- Dijminê bavan nabin dostê lawan.
- Dostê bavan nabin dijminê lawan.
- Rih dibe bihost, dijmin nabe dost.
- Mala bavê meydan e mala xezûr zindan e.
- Kûsi miskê naxwe.
- Mêr çol e jin gol e.
- Ne bihara dûbihar, ne jî pîra diranzêr û guh bi guhar.
- Seh (Kûçik) goştê seh naxwe.
- Nokê rabû li kokê.
Girêdanên derve[biguherîne]
Di Wîkîgotin da gotarek li ser Gotinên pêşiyan heye. |
- Şahidê rovî dêla rovî ye.
- Dims bi sebrê nabe helaw.
- Dema seydê gûyê tajî tê.
- Çavê li deriyan xwelî li seriyan.
- Dengê defê ji dûr ve xweş tê.
- Menêre li bejnê, binihêre li vînê.
- Nan û mast taştiya rast, nan û dew taştiya derew.
- Here ba wî yê te bigrine, meçe ba yê te bikenîne.
- Gişkê neda ber nîskê.
- Dinya bi dor e, sire tê gahay bor e.
- Deriyê xeratan bi benan girêdayî ye.
- Deriyê xwe bigir cîranê xwe meke diz.
- Destê xebitî li ser zikê têr e.
- Destiyê bivir ne j darê be dar nakeve.
- Dev dixwe rû fedî dike.
- Dêhn ne dêhn in, ê ji wan bawer dikin dêhn in.
- Dê û dotê şer kirin, bêaqilan bawer kirin.
- Dibêjin tu li rê, qeda û bela li rê.
- Dilê şivên bixwaze dikare ji nêrî şîr derxe.
- Dilê tirsonek sîng û berên gewr nabîne.
- Dinya gul e, bêhn bike û bide hevalê xwe.
- Dinya li dinyê, çavên gur li mîhê.
- Ku dît ez im, ku nedît diz im.
- Ku dijminê te gêrîk be jî hesabê xwe bike.
- Dûr bi nûr e.
- Eger xêr bê welatekiwê bıgıhije hemı cihê welât.
- Erd bırınc be, av rûn be, ku xwedi tunebe zû xelas dıbe.
- Eyarê bênamûsa fırehe.
- Ez çı dıbêjım bılûra mı çı dıbêje.
- Ez ezım tu tuye.
- Ez hêdi dımeşım bela dıghê mı, ez zû dımeşımez dıghêm bela.
- Ê dızya hıngıv bıke wê mêş pêvedın.
- Ê jınê berde lı paniyê nanêre.
- Ê ne dı şerde be şêre.
- Ê rabe cihê wi, ê bımre jina wi dımine.
- Êş hat Şam'ê, ecelhati mırın.
- Fala qereçiya lıhev derdıkeve.
- Feqir çûn xwe dalıqinın ditın ku dewlemend lı ba dıbın.
- Galgala ket nav dev û dırana, wê bıgere lı bajar û şarıstana.
- Giha dıbın kevırde namine.
- Gotna rast bı mırov ne xweş tê.
- Gul ew gul bû baran ji lê hat şıl bû.
- Gur dikujin qijak dıxun.
- Ha kevır lı cer ket ha cer lı kevır ket.
- Hechecikê sılava lı hecêk.
- Hemı çêlek tên dotın, hemi gotın nayên gotın. -
- Hem jı dêrê bû hem ji jı mızgeftê.
- Hem serê xwe dışkine hem ji xercê xwe dıde.
- Here mıletan, bıgre adetan.
- Her giha lı ser koka xwe şin tê.
- Her kezizerek sımbêlsorek lı hımbere.
- Her tışt jı zıravi mırov jı stûri dıqete.
- Heta mı xwe naskır mal lı xwe xelas kır.
- Hevalê bêje "heval heval" mede dû.
- Heyfa cıwaniyê piri lı pêye.
- Heywana tu bıgerini wê erzan bıbe.
- Hın dıkın hın dıxwun.
- Hıngıvê debeye dı eyarê kâçıkdaye.
- Hûrık hûrık dagır tûrık.
- Jı hırçkê du eyar dernayê.
- Jın kelehe mêr gırtiye.
- Jı pıra pır dıçe jı hındıka hındık.
- Jı rovi fenektır tune jı eyarê wi pırtır tune.
- Jı xelkêre masigıro jı xwere kwêsigıro.
- Kanya ku tu avê jê vexwi kevra navêjyê.
- Karê ne jı mıre bayê wê dı ser mıre.
- Keçkê bêbav çiyayê bêav.
- Keda helal dıbe mû naqete, keda haram bıbe weris ji dıqete.
- Kerê mıri jı gur natırse.
- Kes nakeve gora kesi.
- Ku kela şorbê çû buhayê heskê pere nake.
- Kumê rasta tım qetyayiye.
- Kurmê şiri heta piri.
- Ku te gırt bermede ku te berda bı dû nekeve.
- Kûçık jı kê bıtırse bı wi ali dıreye.
- Lê kaliyê lê koriyê; mırın çêtırejı feqiriyê.
- Lı bejnê neri bı zêra kırî, laçek rakır kertkê guri.
- Lı kerê mırî dıgere ku nala jêke.
- Mala me lı çoyê meye; çoyê me lı ser mılê meye.
- Malê axê dıçe canê xulêm dêşe.
- Malê çamêrki û xesiski wek hev dıre.
- Mal lı ser malê nabe.
- Mal mala teye lê bı alyê fıraxa nere.
- Meger lı newala nebin xeyala.
- Mêja Kurmanca ne ibadete, adete.
- Mêrê qels du cara şer dıxwaze.
- Mırın mırıne xırexır çıye?
- Mırişka bıgere wê lıngê wê bı zelq be.
- Mırov bı carkê qûnek nabe.
- Mırov xwe bı destê xwe ne xurine xura mırov naşkê.
- Nabêjın kê kır; dıbêjın kê got.
- Nan û pivaz hebe nexweşi çavreşiye.
- Navê gur derketiye; rovi dınya xera kır.
- Ne dujmınê xeraba bın; dujmınê xerabiyê bın.
- Ne fene, ev çı dar û bene?
- Ne xwar ne da hevala, geni kır avêt newala.
- Nıvışta bê tışt, xwedyê xwe kuşt.
- Pısik ne lı male mışk Evdırrehman'e.
- Pivaz, çı sor çı sıpi.
- Qantır nazê xwê şin nayê.
- Qedrê gulê çı zane; kelbeş dıvê kerê reş.
- Qûna wê qûna mırişkêye hêkê qaza dıke.
- Reng rengın, sor bı dengın.
- Rûyê reş ne hewci teniyêye.
- Serê du berana dı beroşkêde nakela.
- Sê wêne dost hene: Nano, gano, cano.
- Sımbêl bı pısika ji heye.
- Şahdê rovi terya wiye.
- Şeb û şekır çûn Diyarbekır, şekır rûnişt deng nekır, şeb rabû pesnê xwe kır.
- Şerê sıbehê jı xêra êvarê çêtıre.
- Şeva reş keleha mêraye.
- Şeytên gotiye "ê lı xwe bı heyıre ez dı winım.
- Şêr şêre; çı jine çı mêre.
- Şıkefta sed pez heryê wê sed û yek pez ji heryê.
- Şûr kalanê xwe nabıre.
- Ta bı ta dıbe rih.
- Taji bı zorê nare nêçırê.
- Teyrê ku goşt dıxwun nıkılxwarın.
- Tımayi bırakuje.
- Tırsa gur jı baranê heba wê jı xwere kulavek çêkra.
- Tîr bikî dan diçe,rohn bikî nan diçe
- Tu bı hıriba tê lı nav keri ba.
- Tu cehnemê nebini buhuşt bı te xweş nabe.
- Tu çı têxi kewarê wê ew bê xwarê.
- War ew ware lê bıhar ne ew bıhare.
- Wê ev hevira hin gelek avê hıline.
- Xeber çekê jınêye.
- Xeta xwar jı gayê pire.
- Xwedê jı yekire xera bıke dıranê wi dı pelûlê de dışkê.
- Xwedyê xêra dıbe evdalê ber dêra.
- Xwestek û kodık bı şûnde?
- Xılt çıqas axê bıkole bı serê xwe dadıke.
- Ya nare aş ya ji dıre aşvan dıkuje.
- Yarê diya mı yek ba mınê bı dendıkê bıhiva bı xwedi bıkra.
- Zıkê zaroka tıjeye lê zımanê wan nagere.
- Zımanê dırêj darkukê serê xwedyê xwe ye.
- Zor gêzerê radıke.
- Çikas ser sağbe ewkas kûn we nenera bibîne