Gulberojk
| Gulberojk | |
|---|---|
| Dabeşandina zanistî | |
| Cîhan: | Plantae |
| (ne aşkera ye): | Eudicots |
| (ne aşkera ye): | Asterids |
| Kom: | Asterales |
| Famîle: | Asteraceae |
| Binefamîle: | Helianthoideae |
| Êl: | Heliantheae |
| Cins: | Helianthus |
| Navê zanistî yê latînî | |
| Helianthus annuus L. | |
Gulberojk , gula berbiro, veraroj[1] an jî gula berberoj riwekeke gulan e û ji famîleya beybûnan tê hesibandin.
Bejna wê 1- 3 mitroyan bi tîrane li ser navtengekê bilind dibe. Li serê gupikê gulek mezin bi qasî firaxekê ku firehiya wê di navbera 10- 40 cm diguhere çêdibe. Ew gul, roj bi kîjan alî ve bizîvire ew jî bi wî alî ve dizivire. Lewre jê re gulberoj tê gotin.
Belgên wê keskên tarî û rimane ne. Kulîlkên wê zer in, di nava kulîlkan de navikek heye ew navik ji dendikan dagirtî ye û rengê dendikan gewr û reş û spî ne. Di nava dendikê de kakilek heye. Ew kakil di fabrîqan de tê dewisandin, rûnek jê tê derxistin û jê re dibêjin rûnê gulberojê. Dendikên wê jî wek çerez tên xwarin. Ji gulberojê çay, tentûr, dermanên xweristî û ji bo xwarin, selete û masajan rûn tê çêkirin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ferhenga Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê , Zana Farqînî
- Agahî di derbarê gulberojkê de
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |