Navik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Dendik hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Navika xaneya navikdirust

Navik (latînî:nucleus an jî nuculeus) perçeyek her xaneya mirova ye. Ji xeynî xirokên sor ên xwîna mirov, hemû xaneyên navikdirust(eukaryotî) bi navik in. Bi gelemperî her xaneyê de navikek heye, lê di be ku hejmara navik di nav hin xaneyan de zêdetir be. Wekî mînak, xaneyên masûlke yên kakûtê firenavikî ne. Bi piranî, ji xeynî riwekan, navik di navenda xaneyê de cih digire. Di xaneyên riwekan de ji ber vakuola navendî, dendik li nêzikê parzûna xaneyê cih digire. Dendik bi cotparzûn, xwe ji sîtoplazmayê cuda digire. Ev cot parzûnên dendikê wekî ‘qalika dendikê ‘(nuclear envelope) tê bi nav kirin. Li ser qalika dendikê kunik(bi îngilîzî:pore) hene. Rîbozom û ARNya ku di nav navikê de çê bûyine, di nav van kunikan de derbasî sîtoplazmayê dibe. Parzûna derve ya navikê bi retîkûlûma endoplazmî ya girûzî ve girêdayî ye.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)