Hêkerûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hêkerûn navê cureyeke arxavkê (omletê) ye. Li hin deveran ji tevayiya arxavkan re hêkerûn dibêjin lê ev ne rast e. Herwiha li hin deveran jî bo arxavkê qeyxane tê bikaranîn, ev bi xwe jî cureyeke arxavkê ye.

Hêkerûna bitehm li parêzgeha Colemêrgê tê çêkirin. Herwiha awayên herêmên din jî bitehm û xweşik in.

Hêkerûna Colemêrgê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berkeliyên (melzemeyên) sereke rûn, hêk in. Rûnê xwe berdin rûnbirêşkê, biqijilînin. Paşê hêkên xwe biçirpînin navê.

Divê hûn hêkan tevnedin, li hev nexin. Heya spîk bi hêkê ket wisa biqelînin, bo xwarinê bînin ser destexaneyê (sifreyê).

Li hin deveran kulmekê ard (arvan) pê werdikin, bi taybetî ardê lazûtê ku tehma xwe dide xwarinan.

Hûn dikarin binikên xwarinê de dora hêkerûna xwe bi pelên bexdenûs, hêlizê bixemilînin. Herwiha hûn dikarin gorî daxwaza xwe hin biharbêhnan (pûjan, anix, îsota tûj ûêd) jî bikarbînin.