Hêza karebayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hêza karebayî, hêza elektrostatîk (karebayî-rawestayî) an hêza Coulombî di navbera heyberên xwedî barê karebayî de pêk tê. Hêza karebayî jî wek rakêşê ji dûr ve dixebite, pêdivî bi temasê tune ye.

Tiştên xwedî heman barê karebayî hevdû didehfînin, yên cuda bin (yek erênî yek neyînî be) hevdû dikşînin.

Qanûna Coulombî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qanûna Coulombî, qanûneke azmûnî ye ku pîvana hêza di navbera du pirtikên rawestayî yên bi barê karebayî de diyar dike. Di sala 1785an de Charles-Augustin de Coulombî vê qanûnê weşand. Tê gotin ku ev qanûn serekaniyeke bîrdoza karebayî-asinrevayî ye. Çimkî hiştiye ku çendaniya barê karebayî bi awayekî watedar were angaştin.

Di dirûva xwe ya skaler de formula qanûnê wiha ye:

,

li vê derê ke Westara Coulombî (ke≈9×109 N·m2·C-2), q1 û q2 mezinahiya barên karebayî û r jî dûrahiya di navbera baran de ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]