Hartford
Hartford paytextê federedewleta DYAyê Connecticut e. Bi tevî 124.848 (2004) gelheya xwe navenda parêzgeha bi heman navî ye jî.
- Koordînatên cografîk: 41,77° Bakur, 72,68° Rojava.
- Rûber: 46,5 km².
Navê xwe ji bajarê Samuel Stones, Hartford, Brîtanya digire ku ew yek ji avakerên bajêr tê zanîn.
Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Di sala 1623'î de komên pêşîn ên koçberên Holandî ji Nieuw Nederland tên, bicihdibin. Di sala 1633'î de bo leşkeran baregehek tê çêkirin û bicihbûn jî wisa destpêdike. Sê sal şûnde îcar koçberên Îngîlîz ji Newtonê tên û bicihdibin. Li dijî kevnexwediyên herêmê Çermesoran şerên têr xwînî tên lidarxistin. Di 6'ê tîrmehê 1944'î de şewateke mezin pêk tê û li dora 700 kesî dimirin.
Wargehên baldar[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Museum of Connecticut History - Muzeya dîroka herêmê
- Science Center of Connecticut - Navenda zanîstiyê ya Connecticut
- Hartford Civic Center - Werzişgeh
Aborî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Bajar wekî paytextê sîgortayê ya cihanî tê binavkirin. Fîrmayên navdar ên sîgortayê li vir in. Bo mînak, Aetna û The Hartford Financial Services Group, Inc. Dîsa navendên fîrmayên Carrier, Hamilton Sundstrand, Pratt & Whitney, Otis, Sikorsky, UTC Fire & Security, UTC Power û UTC Fuel Cells jî li vir in.
Perwerdeyî û lêkolîn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Hartford Seminary
- Institute of Living
- University of Hartford
- University of Connecticut Business School
- University of Connecticut Law School
- Saint Joseph College
- Trinity College
[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Jackie McLean, Jazzmûzîker
- Harriet Beecher Stowe, Nivîskar
- Mark Twain, Nivîskar (herçendî bo demeke kurt jiyabe jî)
- Frederic Edwin Church, Wênesazê herêmî
- Larry Collins, Nivîskar
- Samuel Colt, Kaşîfê alaveke nûjen bo karê parastin ji şewatê
- Jenna Dewan, Dansker û aktrîst
- Troy Duffy, Aktor û mûzîker
- Linda Evans, Aktrîst
- William Gillette, Aktor û Dramatîker
- Katharine Hepburn, Aktrîst
- Stephen Cole Kleene, Matematîker û Mentiqnas
- Eriq La Salle, Aktor, Rejîsor, Holberîner û Senarîst
- Sol LeWitt, Hunermend
- Barbara McClintock, Genetîker a xwedî Xelata Nobel
- Mark McGrath, Rockband Sugar Ray ê DYAyî
- Stephanie McMahon, Karsaz
- David Naughton, Aktorê fîlmê
- Louis Nye, Komedyen û aktor
- Charlotte Perkins Gilman, Nivîskara femînîst
- John Pierpont Morgan, Karsaz û Banker
- Gene Pitney, Stranbêj û nivîskarê stranan
- Jeff Porcaro, Werzişkar
- Mike Porcaro, Mûzîker
- Steve Porcaro, Mûzîker û hilberînerê mûzîkê
- Louis Nye, Komedyen û aktor
- Jim Shea, Werzişkar
- Roger Sperry, Neurobiyolog (xwedî Xelata Nobelê)
- Diane Venora, Aktrîst
Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]