Hecî Nasir Roşen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Hecî Nasir Roşen li zistana sala 1945ê li bajarê Sine li rojhilata kurdistanê hatiyê dinyayê û heta sênfa 12ê li vî bajarî ders xwendiye.piştre çoye zankoya Tehranê û li kalêca wêjeya farsî de mijûiî ders xwendinê bûye.Digel ders xwendina xwe re di gel radyoya Tehranê pişka kurdî wekî motercimekê hevkariyê dike.dibe hevkarê: Seyid Ibrahîmê Sitûde, Dr. Siracedîn, Mela Cemîl Rojbeyanî, Dr.Salih Ibrahîmî, Hesen Zîrek, xatûn Mîdya Zendî,xatûn Miryem Zehiryanî, Osman Ehmedî, Hisamedîn Emîn, Mezher Xaliqî, Şêxkanlo.

Li sala 1966ê diçe kalêca efseriyê û sî sala li kincê polîsiyê de dimîne û li ostanê: Kurdistan, Xûzistan, Fars, Hemedan û Tehranê de xizmetê dike û paşan li sala 1996ê de dev li şola polîsiyê diberde û bi rtba sertîpiyê tê baznişest kirin.

Li sala 1976ê de di gel xatûn Eqdes Behramî mamostayê sertayiyê perwerda Îranê dizevice û li vê zivacê de dibe xudanê 3 zarûya bi navê: Erestû,Esmer û Eseed ku her sê zaryê vî dersa akadomîk dîtine.

Nasir her li eviliya xizmeta xwe de digel wehûnana helbesta nasiyar bûye û dest bi wehûnana helbestê kurdî û farsî kiriye.pitir li 20 hizar beyt helbestê vî hene ku li bara meselê corbecor dene û exlebê helbestê vî kilasîkin.

Bilî şola nizamî ku wezîfa vî bûye çendîn şolê din jî li ber vê re kirine wekî:

  • 1- Rê êxistina karvanê helbest û mosîqiyê li radyoya kurdiye Tehranê
  • 2 – du cara li kêberkêya xwendina Quranê de bûye neferê evil û li ber vê hindê li sala 1991ê rêkirne Mekê û bûye hecî.
  • 3 – verzişkarekî mezine û 16 sala serokê gurûp û mamostayê verzişa vezne berdariyê bûye.li vê werzişê de bûye dawerê beynelmilelê.
  • 4 – niha jî li piroja jimarekirina otomobêla li Tehranê de mijûle.

Dîvanê helbestê vî:

  • 1 – Lalêhayê Ateşîn
  • 2 – Şikûfêyê Işq
  • 3 – Sayêyê Mehtab
  • 4 – Tesavîr Xiyal
  • 5 – Der Xelwetê Endîşê
  • 6 – Cilvêhayi Ihsas
  • 7 – Deryayi Morvarîd
  • 8 – Evîn û Avat dîvana helbestê vî bi zimanê kurdiya Soranî
  • 9 – wergêra Quranê bo ser zimanê Farsî helbest li 17 meha de

Seyid Feysel Moctevî