Mezher Xaliqî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mezher Xaliqî
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (85 salî)
SineLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Salên çalak
Dp. Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyê hunerê
Muzîka gelêrî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Mezher Xaliqî (jdb. Gelawêja 1938 li Sineyê) yek ji stranbêj û hunermendên navdar ê kurd e. Mezher Xaliqî li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê ji dayik dibe. Ew hê di 8 saliya xwe de wekî dengxweşekî nav û deng dide. Ew li ba Esedî fêrî solfej û meqamên kurdî û farisî dibe. Di 12 saliya xwe de li Radyoya Sineyê dest bi stran gotinê dike. Piştî hingî li ba Hesen Kamkar perwerde dibe ku wê demê rêberê orkestrayê bû. Ew, havîna sala 1958’an Sineyê li cih dihêle û ji bo xwendinê diçe Tehranê. Her wê demê dibe hevkarê Radyoya Tehranê. Ew zûtirê têkiliyê digel mamosteyên bi nav û deng yên wekî Henane, Kesrewî, Melah, Beharî, Yusif Zemanî, Nasirî û Muctebay Mîrzade datîne û tevî orkestraya senfonîk, orkestraya mezin a Radyoya Îranê, orkestraya wezareta hunerên ciwan û orkestrayên din ên wê serdemê çendîn awaz û stranan tomar dike.

Xaliqî li Zanîngeha Tehranê beşa fizîkê diqedîne û piştra 4 salan wekî asîstan li zanîngehê dixebite. Lê dest ji warê akademîk ber dide, di warê muzîk û hunerê de kar dike. Berî rejîma îslamî ew li Îranê berpirsê radyo û televîzyona herêma Kurdistanê bû. Piştî ku rejîma şah wergeriya, ew çû Brîtanyayê. Demeke dirêj li wir ma. Li vir jî mastera management endustriel kir. Piştre vegeriya Başûrê Kurdistanê û di sala 2003an de Enstîtuya Kelepora Kurdî ava kir.

Mezher Xeliqî, hunermendê pêşî yê kurd e ku wekî dahênerekî di salên şêstî de stranên folklorîk yên kurdî digel orkestraya senfonîk û orkestrayên mezin yên wê serdemê tomar kiriye. Ew bi taybetî li başûr û rojhilatê Kurdistanê gelekî bi nav û deng e, heya bigire li ba farisan jî.

Mirov dikare ji stranên wî "Asoy Kurd" û "Pepûley Azadî" binav bike.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]