Heftdêr (Wan)

Heftdêr
  • Dêr
  • xirbe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dêra ermenî Varagavank (Heftdêr), di destpêka sedsala 20î de, berî komkujiya ermeniyan a sala 1915an
38°26′59″Bk 43°27′39″Rh / 38.449636°Bk 43.460825°Rh / 38.449636; 43.460825
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Dema avabûnê
  • 653 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
  • Nerses III yê Avaker Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Varagavank an jî Heftdêr keşexaneya ermeniyan a Varagavankê ye.

Ev dêr li gundê Varagê (bi tirkî: Yukarı Bakraçlı) nêzîkî navenda Wanê ye. Ji van heft dêran re bi giştî Varagavank tê gotin. Li quntara Çiyayê Reş û di sedsala 8an de hatiye avakirin.

Varagavank wek Heftdêr an Heft Kilîs[çavkanî hewce ye] ji tê nasîn, ji ber ku ji heft dêran pêk hatiye: Surp Sopi (981), Surp Hovhannes, Surp Astvatsatsin (dêra sereke ye), Surp Nshan, Surp Khash (1817), Surp Sion (1849) û Surp Gevork.

Manastir cihê serokmetranê Wanê û keşexaneya herî navdar û dewlemend a Vaspurakanê bûye. Keşexane 10 km’yan ji rojhilatê bakurê bajarê Wanê û nêzikî quntara başûr a çiyayê Erekê bûye. Navê kevn ê çiyayê Erekê Varag bûye. Rivayet dikin ku ev keşîşxane ji aliyê keyê Vaspurakan Senekerîm Hovhanes ve di dema hikumdariya wî de (1003-1022an) hatiye avakirin. Lê beriya vê dîroke ji vir ve hin avahiyên din hebûne.