Wan (parêzgeh)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Parêzgeha Wanê
Koda parêzgehê: 65
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Serbajar Wan
Walî Münir Karaloğlu
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2011)
 - Gelhê bajaran
 - Gelhê gundan
1.096.397 kes
1.096.397 kes
0 kes
Rûerd 19.069 km2
Berbelavî 53,62 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 12 navçe
Hejmara bajarokan 20 bajarok
Hejmara gundan 575 gund
Agahiyên din
Dem UTC+2
Koda telefonê (+90) 432

Wan (bi tirkî: Van) parêzgeheke Tirkiye ye. Serbajarrê parêzgehê Wan e.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wan di nav parelelên 37° 43´ û 39° 26´ bakur û merîdyenên 42° 40´ û 44° 30´ rojhilat de ye. Hidûdên bajêr li bakur bi Agiriyê ve, li rojava bi Bedlîsê ve, li başûr bi Colemêrgê ve û li rojhilat jî bi Mako ve tê girêdan.

Pivana erdê wî 19.069 km² ye. Ji wî erdî % 53,4 wî ji çiyan, % 13,7 ji deştan û % 32,9 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê dexil û kixsên şekir tên çandin. Serwetên bin erdê.

Li herêmê perlît, kevirê ponz, lînyît, jîps û hesin ji bin erdê dertên.

Navçeyên Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navçeyên Wanê
Nav Navên din Gund Bajar/Bajarok Nahiye
EBEXE Ebex 64 1 1
Bêgirî 38 2 1
Elbak 63 1 2
Erdîş 85 3 3
Ertemêtan 12 2 1
Mehmûdî 23 1 1
Miks 16 1 1
Payizava 72 1 4
Qerqelî 53 2 2
Şax 27 1 2
Wan (navend) 91 3 3
Westan 30 2 1
Kom 574 20 22


Çiyayên xwe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bilindahiya erdê herêmê nakeve bin 1.500 m'yî. Bajar bi çiyayên volkanîk hatiye dorpêçkirin. Çiyayê bilindtirîn Îspîriz e (3.668 m), Tendûrek (3.542 m), Pîraşît (3.200 m), Şevlî (2.900 m), Norkuh (2.800 m), Başêtê Mihenda, Artos û Sîpanê Xelatê (4.058 m).

Wan bi çiyayên derdora xwe Artos, Piraşît û bi Çiyayê Reş ve derfetê trek-kîng û çiyahilkêşiyê pêşkêşî dildayê werzîşa xwezayê dike.

Deşt, zozan û gelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zozanên herêmê di navbera çiyayan de bicihbûne. Bilindbûna wan digihîjin heta 2.450 m yî.

Çem û gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê Bendêmahî ji çiyayê Tendurek dertê. Çemê herî mezin yê herêmê ye. Diherêke gola Wanê. Çemê Xoşabê, Mamedik û Çemê Zîlan jî çemên din yê herêmê ne.

Germava Hasan Evdal, ku 30 km’yan ji dûrî Ercîşê ye, ji bo nexweşî û geştiyarên tendurustiyê hêjayi dîtinê ye.

Gola Wanê an jî Behra Wanê, gola herî mezin ya Kurdistanê ye (3.713 km²). Golê din yê herêmê Erçek, Qazgol, Sorgol, Siphan, Keşîş û Xidirmenteş in.

Navçeya Miksê ya Wanê, ji bo ku bibe navenda raftîngê rojbiroj pêş dikeve. Dildayên raftîngê yên ku ji çar aliyên dinê tên vê derê, di nav avên har û dijwar de kêf dikin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kelheyên Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji kelheyên li Wanê xuya dike ku dîroka vê bajarê gelek kûr e. Kela herî nas a parezgehê bêguman Kelheya Wanê ye. Herwiha, Kela Xoşabê, Kela Aspeşînê, Kela Ayanisê, Kelax, Kela Zernekê û Kelheyên Anzafa Jor û Jêr bermahiyên bêhempa yên Wanê ne.

Coka Menua[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Coka Menua
Nivîstekeke Menua (mînakek)

Coka Menua an jî Coka Semîramîs-Şamranê, 50 km ji başurê deşta Payizava ku ava zelal tîne deşta Wanê, paytexta ûrartûyî jî ku li wê derê ye û xakên ku têre derbas dibe jî zîndewar dike. Li derdora cokê baxçeyên hilawîstî ku Key Menua (810-786'an berî zayînê) ji bo hevsera xwe Tariria, di hêla Kadembastiya îro, bi awayekî banoke çêkiriye, hêmanî baxçeyên hilawîstî yên keybanûya asur Semîramîs ku ji heft bedewiyên cîhanê yek jî ew tê hesibandin dîtiye û bi awayekî efsanewî hatiye jiyandin.

Taybetiyeke din a coka Menua ev e ku, li ser dîwarên piştevan û cihên nêzî coke bi giştî panzdeh nîvîstekên avahî yên bi bizmar hatine bicihkirin.

Dêrên Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wanê gelek dêrên dîrokî hene, wek

Dêra Axtamarê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Axtamar
Dîmenek ji dêra Axtamarê

Girava Axtirmanê 47 km’yan dûrî Wanê û 7 km’yan jî dûrî navçeya Westanê ye. Dêr 4 km dûrî bejayiyê ye. Mirov bi keştiyên motorî bi 20 deqîqeyan xwe digihîne giravê. Dêra Girava Axtirmanê di salên 915 û 921'an ên piştî zayînê de ji aliyê avahîsaz û keşîş Manuel ve di dema key Gagîkê yekem de hatiye avakirin.

Navenda dêrê bi qubekî û xaç jî bi şêweya keta çar belgî hatiye çêkirin. Bilindahiya qubeyê jî ji erdî 20,40 metro ye. Li der dora dêrê kevirên pirpişandî û mijarên olî û rojane yên ku ji Tewrat û Încîlê hatî wergirtin û sehneyên nêçîrvaniyê hene.

Avahiyên li dêrê di sala 1113'an de bûne keşîşxane û heta salên 1895'an de jî ev der di herême de bûye navenda patrîkxaneya ermeniyan. Di dawiya sedsala 13'an de şapek li aliyê rojhilatê dêrê di sala 1296'an de jî şapela (kapela) aliyê rojavayê başûr hatiye çêkirin. Têketina dêrê û Birca Çanê di destpêka sedsala 19'an de jamatun jî di sala 1763'an de hatiye çêkirin.

Çîroka navê Axtamar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keçikeke xweşik a bi navê Tamara ya keşeyekî hebûye. Dilê Tamarayê dikeve şivanekî li qerexa golê dijî. Şivan û Tamara hin rojên hefteyê tên li cem hev û bi hev re diaxivin. Xort her carê bi alîkariya ronahiya ku Tamarayê nîşan dida dihate cem Tamarayê. Xort her carê vê ronahiyê dişopîne û derdikeve giravê. Rojekî bi awayekî bavê Tamarayê li vê têkiliyê dihese. Bavê Tamarayê bi pêkutiyan ji Tamarayê her tiştî hîn dibe û Tamarayê di odeyekî de heps dike. Piştre jî hatina xort raçev dike. Dema xort tê bavê Tamarayê ronahiyê vêdixe û ew xort jî ber bi ronahiyê melevaniyê dike. Lê belê bavê Tamarayê her tim cihê ronahiyê diguhure û li cihekî sabit namîne. Di dawiyê de bavê Tamarayê ronahiyê li cihekî datîne û xort jî ber bi ronahiyê ve melevaniyê dike. Lê belê ji ber westa xwe ji hal dikeve û di vê navberê de bavê Tamarayê bi ber û daran êrişî xort dike. Her çiqas xort dixwaze jî nikare paşve bireve û li wir noqê binê avê dibe. Xort di nefesa xwe ya dawî de dibêje Ax… Tamara û bi nalenal noqê binê avê dibe. Ev çîrok jî ji wê rojê heta roja îro tê vegotin.

Kumbetên Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kumbetên Wanê jî bi nav û deng in, wek kumbeta Zortûl a Ercîşê, kumbeta Xatûn Paşayê Qadem a Erdîşê, kumbeta Silêman Beg a Xoşabê û kumbetên Gundê Qubika li Bazîdaxayê.

Pirên Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sûlavên Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sûlava Bargiriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vê sûlavê di nav navçeyên Wanê de cihekî girîng daye navçeya Bargiriyê. Li ser ava ku ji Çiyayê Tendûrekê derdikeve û Bendava Mahî ye. Sûlav 10 km’yan ji navçeyê dûr e. Ava ku ji newal diherike ev sûlav pêk aniye.

Li ser Sûlava Bargiriyê pireya hilawîstok heye û vê pirê di gel hêşinahî û xweşiyên xwezayî ev der kiriye cihekî jênager.

Sûlava Kanîspiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev sûlav di nav sînorê Şaxê de ye û 75 km’yan ji Wanê û 5 km’yan jî dûrî Şaxê ye. Ji zinarên ku bi qasî 100 m.’yan bilind diherike û heta rêya bejayî tê. Ava sûlavê ji meha Gulên dertê heta meha Êlûnê diherike. Ev sûlav hêjayî dîtinê ye.

Demografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevayiya nifûsa herêmê (tevî gundan) 1.022.532 e.

Demografiya parêzgeha Wanê
(li gorî tüik)
Parêzgeha Wanê
Navçe Gelhe
2011
Gelhê serbajar
2011
Gelhê bajarok/gund
2011
Rûerd Berbelavî 2000-2011
zêdebûni
Bazîdaxa 67.367 15.198 52.169 1.742 km2 36,86 +19,27%
Bêgirî 51.460 14.267 37.193 1.100 km2 46,78 -5,91%
Elbak 64.216 13.855 50.361 2.599 km2 24,71 +15,57%
Erdîş 159.450 76.463 82.987 2.115 km2 75,39 +8,16%
Ertemêtan 24.677 12.629 12.048 270 km2 91,40 +37,06%
Mehmûdî 23.378 3.783 19.595 958 km2 24,40 +8,34%
Miks 17.491 3.287 14.204 576 km2 30,37 +4,14%
Payizava 39.645 5.352 34.293 4.118 km2 9,63 +6,50%
Qerqelî 75.324 11.476 63.848 1.392 km2 54,11 +25,77%
Şax 24.398 6.630 17.768 2.173 km2 11,23 +2,44%
Wan (navend) 445.915 353.419 92.496 1.938 km2 230,10 +56,76%
Westan 29.211 10.366 18.845 727 km2 25,92 -1,17%
Kom 1.022.532 526.725 495.807 19.069 km2 53,62 16,52%


Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ol û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li vir ola Îslamê tê hebandin. Lê belê li herêmê xiristiyan jî dijîn. Nifûsa bajar bi xwe ji Kurdan (%94) pêk tê, hindik Ecem (Azerî an jî Turkmen)(%6) hene.

Li navçeyên bajar (xeynî li navçeya Erdîş) bi tevayî Kurd dijîn. Pişti gundvalakirinên ji hêla hêzen artêşa Tirk, pirraniya gundên girêdayî navçeyan bivê nevê man kû koç bikin bajarê Wanê.

Di encama vê pêvajoyê de ji destpêka salen 90'i û vir ve ji aliyekê ve bajar li gorî hejmartina fermî ya sala 1997'an 289.081 runiştvanan dihejmêre û ji aliyê din vê jî bûye yek ji bajaren navendî.

Xwarin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Taştêya Wanê

Li Wanê gelek xwarigehên ku xwarinên pir xwedî çêj û xwedî tamên pir cihê û bi lezet tên çêkirin hene. Her wiha eywanên ku taştêyên cur bi cur çêdikin jî pir in. Xwarinên Wanê bala mirovên biyanî gelek dikişînin ser xwe. Gelek deverên bajêr, ku wekî eywanên taştêdayînê hene, xwarinên xwezayî didin û bala mirovî dikişînin ser xwe.Xwarinên mîna to, hingivîn, nîvşk û penîrê bigiya û hwd. pir hene. Piraniya xwarinên Wanê xwezayî ne.

Turîstên ku têne bajarê Wanê,xwarinên Wanê yên kevin yên mîna qeylesêl, sengeser, dewîn, kiftên kurdan, şîle, keledoş[1] û masiyên tenûrê, bala wan dikişînine li ser xwe.

Dengbêjî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew kesên ku serpêhati, çîrokên evînî, serhildan û bûyerên dîrokî bi tenê dengê xwe ve bi kar tîne dengbêj e. Dengbêj bi dengê xwe ve “kilaman” bi kar tînin. Dengbêj gund bi gund bajar bi bajar bi sedsalan geriyane û çîrok vegotine. Bi van gotinên xwe re ji bo zindî mayîna zargotina kurdî xizmeteke bêhempa kirine. Di wanê de hê jî mala dengbêjan heye û xebatê dike.

Folklor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lehîstokên Wanê bi hereket û rîtmîk in. Îro bi qasî 30 lehîstok tên lîstin. Lehîstokên Wanê yên bi dahol û zirneyê bi nav û deng ev in: Dîngo, temîr, toycûn, narê, kirsê, hoycan, hirhir, nûrê, şevqo, meyrokê, sêpê û lorkê lehîstokên din yên xweş jî bi coşeke mezin ve tên lîstin.

Cilên Mêran : Şal û şepik e. Her wiha piştinî û xençerê didine pişta xwe û egal jî didine serê xwe. Cilên jinan; fistan û kiras e. Her wiha êlekên morîkirî li xwe dikin û kofî girêdidin serê xwe.

Hunerên destan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berrikên Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wanê hunerdestên jîndar ên herî navdar berik in. Li herêma Wanê berikên ku tên raçandin û vehûnandin spehiyatahî û bedewîtiya li ser berikan û peyamên ku berikên Wanê didin pir watedar in. Mirovên ku xwendin û nivîsandina wan neyî ku nikarin xwe bînin ziman, ew bi motîfan hest û hezkirinên xwe, evîn û xemgîniyên xwe, hêvî û daxwazên xwe li ser berikan bi nexişan tînin ziman. Her motîfên ku li ser berikan hatine nexişandin, peyamên watedar nîşanê mirovî didin. Her berikek mîna pirtûkekê peyamên dîrorkî ên wan demên kevin bi xwe re anîne roja me ya îroyên. Di her berikekê de bedewiyek û hestdariyek heye. Danûstandinên Waniyan ên bazirganî herî pir, kirîn û firotina berikan e. Li Wanê bi sedan sal e ku zîv jî cihekî girîng digire. Bazirganiya zîv bêrawestan hêjî li Wanê berderwam e. Ji ber vê sedemê ji zîv tiştên mîna guhar, xezêm, gustîl, xemilandinên li ser êlekên mêran, qutiyên tutinê, bazinkên stur û zirav ên destê jinan, bazikên cixare kişandinê û hwd. Ji Wanê cur bi cur zîvên nexişkirî ji bo bazirganiyê dibin bajar û welatên din jî.

Ji ber ku mirovên herêmê sewalvaniyê ve mijûl bûne, bandoreke dorfireh bi kar anîna amûrên raqandinê hatiye kirin. Mirovan bi armanca pêdiviyên xwe, berikên ku raçandine di malên xwe de merşik, mînder, balîf, xurcik, cuhal, dergûş, tûrên erzaq û hwd. bi kar anîne. Deziyên ku ji bo çêkirina stûkal hatiye bi kar anîn tevahî rîs e. Di raçandinê de boyaxên xwezayî û deziyên bi teşiyê ve hatiye badan hatiye bikarînan. Rengên hatine bikaranîn, lacîwerd, bordo, qehwehî û xwezayî û spiyê Wanê ye.

Berikên Wan û herêma Wanê ku têne raçandin li gel estetîka delaliyê peyamên girîng jî dide. Mirovan bi motîfan hest, daxwaz, xemgînî, hezkirin û evînên xwe yên ku nehatine vegotin jî nexşandine.

Mirov li rastî bordûrên yek rêz û du rêz jî tê. Çend motîfên ku hatine bîkaranîn ev in: Piyêgur, dûvpişk, heste, çûk, benbêdeng, şaxberan, çavken, destlienewq, serberanî ne. Berikên ku herî zêde tên çêkirin; Gulsarya, nehreng, xalidbeg, şaxnêrî û lûleper in.

Gore honandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gore honandin yek ji karên sereke ye. Gelemperî ji bo têrî pêdiviyan tê çêkirin û di nava hunerên destkariyê de herî zêde tê hilberandin. Goreyên me bi temamiya wan hirîne û bi 5 şîşan ve tên honandin. Ev goreyên bi motîfên rengîn ve tên nexşandin her wiha îfadeyeke hestekî ye. Her çend gundan ev kar ji bo têrî pêdiviyan tê çêkirin jî, ev amûreke mirovên me yên nikarin hest û ramenên xwe îfade bikin bû. Rengên goreyan jî tiştên din îfade dikin.

Hunera Seramîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Daringa sereke ya hilberina seramîkê ax e. Hilberîna seramîkê di erdnîgariya Anatoliyê de 8000 salan berî niha dest pêkiriye û di nava pêvajoyê de pêş ve çûye û xezîneyeke çandê pêk aniye. Nimûneyên herî xweşik ên hunera seramîkê di Wana ku yek ji parçeya Anadoliyê ye de hatiye dîtin. Dibe ku em destpêka hunera seramîkê ya li Wanê bigihînin Hûriyên ku li vir jiyane. Hûriyan bi aliyi seramiki ve nimûneyên pir xweşik pêk anîne. Pê heriya biav û spî ve dererûyên cêran rûkirine û fonek reş li ser kirine. Ev fon ji şêweyên geometrîkî û nemûşên lawiran jî çêkirine. Heta beriya demek kin de jî di gund Bardaxçiyê de kargehên qewaqan de qewaq hatin çêkirin. Hê jî di kargeha şaredariya Wanê de hilberîna tiştên diyariyê tên çêkirin.

Zîvkarî û sewat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wanê ji hûnerdestên zîvkarî, beşeke girîg pêk tîne. Ji ber vê zînet bi piranî zîv in. Jinên li ser kirasên xwe Hebên zêr ku li gerdena xwe ve dikin, ewladiye ne ? Ev zînetên gilover yên zêrîn ên wekîgogê, gava kur dizewice bi bûkê ve dikin û ev kevneşopî wisa berdewam dike. Kemberên zîv ên nexşebendiya bi sewat jî zînetên ewladiye yên hêja ne. Ev zînetekê wisa ye ku hemû malbatên dewlemend bi bûkên xwe ve dikin. Gerdanî, bazinên zirav û stûr, gustil, guhar û girêdekên por zîv in. Ji bilî hebên zêr ên kevin, mirov rastî zînetên din nayê.

Kapok li ser êlek ên mêran, tebeqayên tûtinê, darcixare û gûstîlên wan jî ji zîvî ne. Tabaqayên rojane mezin û stûr in, yên rojên taybet tên bikaranîn jî, hinek biçûktir, zirav û nexşandî ne.

Sewat; daringa wê ya bingehîn li ser mineya bi zîv e û ev jî bi teknîkeke nexşîn li ser lewheyayeke zîvîn ku pêşiyê hatiye amadekirin û bi nicikandinê pêk tê. Di van salên dawî de, bi vekirina atolyeyan zîvkarî pêşketiye. Zînetên zîv ên ku Wanê tên çêkirin ji bajarên curbicur û welatên biyanî re jî tên şandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.bayanlar.biz/resimler/Keledos-Yemegi-Tarifi.jpg. {{cite news}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî); Parametreya nenas |Dîrok= tê tine hesibandin (|dîrok= tê pêşniyazkirin) (alîkarî)[Girêdan daimî miriye]
  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).
  • Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.