Mêşhingiv
Mêşhingiv, mêşa hingiv | |
---|---|
Mêşa hingiv (Apis mellifera) di nav toza gulan de | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Arthropoda |
Çîn: | Insecta |
Kom: | Hymenoptera |
Binekom: | Apocrita |
Jorefamîle: | Apoidea |
(ne aşkera ye): | Anthophila |
Famîleyên mêşhingivan | |
Andrenidae | |
Hevwate | |
Apiformes |
Mêşhingiv, mêşa hingiv, moza hingiv an jî heng (bi soranî: mêşhengwîn) wek pîzpîzonkê (pîzang, kermêşê) ye lê rengê wê soringî ye. Gelek cureyên mêşhingivan hene û çendîn ji wan komên mezin ên zêdeyî 60.000 mêşên hingiv çêdikin.
Pêkanîna koma mêşhingivan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mîrê komeke mêşhingivan şaheng (diya mêşan, make) ye. Di her komekê de yek şaheng heye. Kom ji bi sedan mêşhingivên nêr û bi hezaran mêşhingivên karker jî pêk tê.
Kewara hingivê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cihê ku mêşhingiv lê hingiv datîne jê re kewar (kewarmêş, gurbe, pilûre, xelefk an pêtagê mêşan) dibêjin. Di kewaran de şaneyên hingiv ji şimayê çêdikin. Hingiv xwarina kurmikên mêşan e.
Hilberandina hingivî ya herêma Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Kurdistanê mirov ji bo hingiv û şimayê mêşhingivan xwedî dike. Hilberandina hingivî ya herêma Kurdistanê di sala 2008an de ev bû:
Herêm | Hijmara mêşvanan | Hijmara kewanan | Hilberandina hingivî (mt) |
Hewlêr | 4.002 | 52.366 | 147 |
Dihok | 3.119 | 41.943 | 177 |
Silêmanî | 6.657 | 72.326 | 289 |
Germiyan | 551 | 3.680 | 15 |
Ko: | 14.329 | 170.315 | 628 |
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Kulmozeke mêşhingiv
-
Mêşhingiva şaheng di nav karkeranda dixuyê
-
Mêşhingivê nêr bê derzî ye
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre][1] Ji bo hê pirtir agahiyên li ser mêşvanî û mêşhingivê]