Hereke

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bikarhanîna herekeyan:
hêşînê vekirî: fethe (ser), keskê vekirî - kesre (jêr)
sor - demme (ber), qehweyî - sukûn
hêşîn - teşdîd (şedde), mor - hemze

Hereke (bi erebî: حَرَكَة‎, lat. ḥaraka) di alfabeya erebî da nîşankên ku di şûna dengdêran de têne bikarhanîn. Jixwe di alfabeya erebî de, herf dengdar in.

Herekeyên ku bi erebî tên bikaranîn

Bikarhanîna herekeyan di Quranê de û di hînbûna zimanê erebî de tê bikarhanîn. Ji bilî vî, di pirtûk û rojnameyan da bi gelemperî hereke bikar nahên. Di metnên bê hereke da divê meriv zimanê erebî baş bizanibe ta ku bikaribe bixwîne û fehm bike.

Sîstema herekeyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sîstem di sedsala 11an de ji aliyê Xelîl ibn Ehmed (el-Farahidi) ve hatiye sazkirin.

Di sîstema herekeyan da 8 işaretên bingehîn hene: fethe (ser), kesre (jêr), demme (ber), tenwîn (du ser, du jêr, du ber), sukûn (cezm) û teşdîd (şedde).

Fethe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fethe

Fethe (فتحة‎‎) (bi kurdî wek ser tê zanîn) nîşanka ku li ser herfê tê xêz kirin û hinekî xwar e.

Herfa ku fethe li ser e, bi dengê eya kurdî (aya kurt a erebî) dide xwandin.

Kesre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kesre

Kesre (كسرة) (bi kurdî wek jêr tê zanîn) nîşanka ku li binê herfê tê xêz kirin û hinekî war e.

Herfa ku kesre li bin e, bi dengê i dide xwandin.

Demme[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demme

Demme (ضمة) (bi kurdî wek ber tê zanîn) nîşanka ku li ser herfê tê xêz kirin û mîna fiyonkê ye.

Herfa ku demme li ber e, bi dengê u dide xwandin.