Hesana

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hesana (bi suryanî : Hassana), gundekî yê asûrî (Assyrîan) bû kû li Navçeya Silopiya û di qontara çiyayê Cûdî de dijiyan. Ev miletê Asûrî û Kurdên Misilman di ser hevdu de diçûn û dihatin û ne li dijî hevdu bûn, wekî gelek caran ev tête gotin.

Ev gundekî gelek xweş bû; dehil, rez, av, kanî, erd, milk û pezên wan hebûn. Herweha di gundên Asûriyan tinê de ev Şal û Şapigên cilên Kurdî dihatin çêkirin. Divê bête zanîn ku Asûriyan gelek arîkariya miletê Kurd û Tarîx û Çanda Kurdan kirine û herweha miletê Axa Mezopotamya ne. Kilîseyek û Xwendegeha gundê Hesana jî hebû û ji berê û pêde xwenda bûn. Ew gundê Asûrî piraniya wan li Stembol Ewropa jî jiyana xwe berdewam dikirin. Bes wekî gelek gundên navçeya Silopî`ya ev gund jî bi destê rejima Tirk hat di salên 1993 an de xirakirin û hat valekirin. Hemî reviyan û weke gelek Kurdan li Cîhanê belav bûn. Gelek ji Asûrî`yan çûn bajarên wekî Stembul û bes behra bêhtir çûne Ewropa û Elmanya. Gelek ji van miletê Axa Mezopotamya li paytextê Elmanya Berlîn û gelek bajarên din yên Elmanya dimîn in. Îro hiskê Aûrî, Ermenî anjî Kurdên Êzidû û Misilman jî bin, hemî jî bûne Koçberên sedsalî. Weke tête zanîn heta niha 4.000 gundên Kurd, Asûrî û Ermeniyan di Axa Mezopotamya de ji aliyê dewleta Tirkî ve hatine xirakirin û wêrankirin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]