Çiyayê Cûdî

(Ji Cûdî hat beralîkirin)
Çiyayê Cûdî

Çiyayê Cûdî (Şirnex)
Bilindayî          2.114 m
Cih Şirnex, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye
Zincîreçiya Çiyayên başûrê rojhilat ên Torosê
Koordînat 37°22′10″Bk 42°20′39″Rh / 37.36944°Bk 42.34417°Rh / 37.36944; 42.34417
Nexşeya cihan Tirkiye
Çiyayê Cûdî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Çiyayê Cûdî
Çiyayê Cûdî

Çiyayê Cûdî (navê kevn: Çiyayê Qardû yan jî Qardo, Kardû, Kardo[çavkanî hewce ye]) yek ji çiyayên mezin ên Bakurê Kurdistanê ye ku dikeve navbeyna Şirnex û Silopiyê.

Çiyayê Cûdî û temenê wê yê jeolojîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiya Cûdî beşeke ji çiyayên başûrê rojhilat ên Torosê ye û bi gelemperî ji kevirên kilsê (kalker) û dolomî pêk tê û dema wî ya çêbûnê ji serdema triyasî ya navîn û heta di serdema kretasî ya navîn ve xwe dirêj dike.

Çiyayê Cûdî û Nûh Pêxember[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî bawerîya olên birahîmî, Cûdî ji wextê Nûh Pêxember, ku keştîya wî heta îro jî meşhur e û niha çîyayek gelekî giring e. Tê bawerkirin, ku heta keştîya Nûh Pêxember di wextê Tofana Nûh de liser çiyayê Cûdî sekiniye. Ji hingê û heta niha, Cûdî wekî çiyayek bi xêr tê naskirin. Her sal ji gelek derdorê Kurdistanê û heta ji derveyê Welat jî mirov dihatin ku herin ser Sefîneya çiyayê Cûdî. Mehek an jî heyvek sax diman liser Sefîneya çiyayê Cûdî.

Çiyayê Cûdî û operasyonên leşkerî yên dewleta tirk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di navbera salên 1995an heta 2013an de çiyayê Cûdî hatiye qedexekirin, ji ber ku eve 10 sal bûye dewleta tirkî operasyonên xwe yên leşkerî di vê menteqê û heremê de bicih anîne.

Çiyayê Cûdî û daristanên wê di nav sala 2006an de gelek caran ji aliyê leşkerê tirk ve hatiye şewitandin. Wextê ku xelkê herêma Şirnex, Cizîr û Silopî nerazîbûna xwe li dijî agiberdana çiyayê Cûdî nîşan didan, leşkeran ne dihêlan ku agir werde vemirandin. Di sala 2006an de heta çar û pênc caran ji aliyê leşkeran ve agir berdane Cûdî.

Cûdî di helbestan de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayê Cûdî
Serê çiyayê Cûdî tu raweste û binêr.
Axa welatê kurdan hemû zîv û tev zêr.
Ji wê dê tu dibînî Şernex, Zaxo û Cizîr
Sed heyf û sed mixabin hemî bê hakim û mîr
Berwarî û Sindî, Silopî weko eynê diyar e
Bêspin, Bêþêr û Hevler hatin bi yadîgar e
Berde, Dêrgul, Herekol, heta bicit Piştkever
Tor û Singar û Bêxêr kêla Memê Beranber
Hemî qesta te dikin ey Cûdiyê miradan
Tu qiblegah î îro ji bo vî qewmê kurdan
Çendî xweşî, bilind î tu ey çiyayê Cûdî
Te çend nav û nîşan hişt ji bo vî qevmê kurdî
Bejna te bejna Zînê, mêranî wek Memê Al
Dinalim ser te îro, ji qehran bûme evdal
Taca serê te zêrîn, tu serbilinê Eyran
Wextek hebî te zû da hemî ji bo te heyran
Heke nîzîk heke dûr, weko Mekeh Medînê
Ev ji cihek meqedes werin da em herinê
Ko roj hate rasta te, heval heyv û stêr in
Li vê rewş û xemla te hemî pêkve dinêrin
Selam û erzi hirmet ji bo Cudî Nûh-Nebî
Tu misteheq î fexr î bibêjî ma kî hebî
Botî bo te dibêjit hero sed car ezbenî
Taqê eywanan Kesra li pêş te her dikenî

M.E. Botî, Antolojiya Edebîyata Kurdî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]