Silopiya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Silopî hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Silopiya
Silopi
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Şirnex
Serbajar Sîlopî

Hejmara nahiyan 1 nahiye
Hejmara bajarokan 4 bajarok
Hejmara gundan 31 gund

Gelhe (2013) 117.665 kes
Rûerd 790 km2
Berbelavî 137,7 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 73.603 kes
Koordînat 37°14′57″Bk 42°28′14″Rh / 37.24917°Bk 42.47056°Rh / 37.24917; 42.47056
Bilindayî 515 m
Koda postayê 73400
Koda telefonê 0486
Nexşeya cihan Tirkiye
Sîlopî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Sîlopî
Sîlopî

Silopiya an Silopî navçeyeke Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ye, ya ku dikeve nava sînorên Tirkiyeyê.

Bajarê Silopiyê[biguherîne]

Heta îroj ji 10 an zêdetir taxên bajerê Silopiyê hatine çê kirin û avakirin, ji salên 1995an dest pêk de:

Taxa Barbarus, Taxa Basak, Taxa Cûdî, Taxa Cumhuriyet, Taxa Karşiyaka (Bajêrê Pêşber), Taxa Nûh, Taxa Ofîs, Taxa S. Harun, Taxa Yenîşehîr (Şehrê nû), Taxa Yeşîltepe (Girê Hêşîn).

Bajarê Silopiyê di Bakûrê Kurdistanê de cîh digire. Li gorî kêmzêdeya malpera şaredariya Silopiyê ya 2006an 73.000 kesan zêdetir serjimara xwe niha heye, yên ku ji Silopiyê ne û yên di salên 1995an û dest pêk de gundên xwe hêlayîn û ew jî li Silopiyê jiyana xwe berdewam dikin. Lê bes tête gotin, serjimara Silopî îroj gihiştiye 100.000. Hikûmetên Tirkî bi zordarî gundeyên Kurd ji gundên wan derêxistin û mal û xaniyên wan jî xira kirin. Ji ber wê yekê jî gundên li derûdore çiyayê Cûdî rêwîyên çûn Silopiyê. Bajerê Silopî ji berî salên 1995an serjimara wê li derûdore 20.000an bû, bes ji salên 1995an dest pê de Silopî di 10 salên paşîn de gelekî mirov kişandin xwe, mirovên Kurd yên ji hemû derên Kurdistanê tên.

Di van 10 salên paşîn de li Silopîyê gelekî malî û bînayên heta 10 ketiyê zêdetir malî hatine avakirin. Her weha gelekî sûkên nih ketine di bajerê Silopiyê de. Pêşdeçûn li Silopiyê berdewam dike. Bajerê Silopî her li ber xwe daye li dijî hikûmetên Tirkên û îroj jî li ber xwe dide li dijî zordariyê. Li vira çiyayê Cûdî dikeve pişta Silopî û kîlometrekî ji Silopiyê dûr e. Li tenişta milê çepê jî Xabûr, çiyayê Bêxêr bajarê Zaxo heye û nêzîkî 30 kîlometrên ji Silopiyê dûr e.

Bajarê Şirnexê jî dikeve piş çiyayê Cûdî an jî li bakûrê Silopiyê ye. Cizîra Botan jî dikeve rojavayê Silopiyê. Dêrika Hemko jî dikeve pêşberî an jî li başûrê Silopiyê.

Berê ji berî salên 1990î, bajerê Silopî li ser Mêrdînê bû, bes ji sala 1991ê û wir de li ser bajerê Şirnexê ye. Halbukî serjimara Şirnexê ne ew qas zêde ye. Şûna ku Cîzîra Botan bêxin parezgêh û serjimara wê jî diqetî ya Şirnex e, ji ber nav û dengê Cizîrê, dîroka Cizîrê, erdnîgar Cizîrê.

Seroka an jî Şaredarê Silopîyê bîrêz Emin Toğurlu ye, ji (DEHAP, SHP û DTP) ye. Berî ku ew bikeve li ser text DYP ji aliyê mala Öktenan ve dihate îdare kirin. Bes niha berêz Emin Toğurlu di girtîgeha Tirkên de ye.

Ji ber ku partiya DTP (Demokratik Toplum Partisi) ji aliyê hikûmet û qanunên Tirkî ve dîsa wekî her partiyek ya Kurd hatê qedexekirin, Kurd ra bûn navê partiya DTP ê kirin BTP (Barış Toplum Partisi). Niha Şaredariya Silopî di destê BDP ê deye û Şaredar jî Emîn Toğurlu ye [1] [2].

Gundên Silopiya[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Gundên navçeya Silopiya, 1928

Gundên li rojhilatê Silopiyê[biguherîne]

  • Bêmrîn: gundê avî bû û karê pembî, birinc wisa ve dixebitin û dikeve ber ava Xabur.
  • Bêspin: gundê asûriyan an jî fileh û misilmanan e.
  • Bêşêr: ev gund di qontara çiyê de ne, rez û dehlên wan hene.
  • Bilka: ev gund di qontara çiyê de ne, rez û dehlên wan hene.
  • Fêrga: ev gund di qontara çiyê de ne, rez û dehlên wan hene.
  • Gir Gewrê:
  • Gite: gundê asûriyan an jî fileh û misilmanan e.
  • Herbul: gundê asûriyan an jî filehan e, komira Silopiyê ji wira tê.
  • Hevindga: gundekî bi avî ye û di karê pembî û birinc de dixebitin.
  • Girê Çolya: Ev gunde he biniya çiye de ye.Gunde Mir u Beg'a ne
  • Kizir:
  • Kukît: 10 km ji Xaburê dûr e.
  • Kulya: gundekî bi avî ye û di karê pembî û birinc de dixebitin.
  • Kurava: Kurava jî gundekî liber ava Xaburê ye û di karê pembî û birinc de dixebitin.
  • Xabur: deriyê gumrikan di navbeyna Tirkî û Otonomiya Kurdan an jî Îraqê de ye.
  • Silib: ev gund di qontara çiyê de ne, rez û dehlên wan hene.
  • Salatîn
  • Wehsid: bes 10 km ji Xabur û Silopiyê dûr e.
  • Zorava (Sorava):
  • Zura:
  • Zura jorî:
  • Tilqebîn: ev gund jî nêzîkî 10 km ji Xabur û Silopiyê dûr dikeve.

Ev Gundên he hemû jî di navbera an jî navbeyna Silopî û Zaxoyê de ne.

Gundên li rojavayê Silopiyê[biguherîne]

  • Dader: Şirnexî tê de dijiyan, bes Tirkî xirabe kir.
  • Babindek: gundê Teyan.
  • Eywanê: xirabe ye.
  • Gundê Ermeniyan: xirabe ye, miletê birayên ermenî mirovên zehf qenc bûn. Ewan û Kurdên misilman gelekî bi hevdu dikirin. Miletekî gelekî jîrbûn û mirovatiya wan zêde bû.
  • Gêrkundan: xirabe ye.
  • Hesana: xirabe ye, gundê asuriyan an jî filehan bû, danûstandina wan û kurdên misilman zêde bi hevdu re hebû û fileh û misilmanan jî ji hevdu his dikirin.
  • Hurîsya: xelk Silopî ne.
  • Kûrtik: berê gundiyên vî gundî Silopî bûn, bes di salên 1980an de firotine eşîreteke kurdan yên, ku ji wan re Zêwkî tête gotin. Li ber Cemê an jî Ava Bazamir e. Ev gund avî ye, çandiniya wê jî heye û pezên wan jî hebûn.
  • Şerefxana: xelk Silopî ne.
  • Şêvesor: xirabe ye, xelk Şirnexî ne û çandiniya wan jî hebû.
  • Xezayê: xelk Silopî ne.
  • Xirabreşik: xirabe ye (ez bi xwe ji gundê Xirabreşkê me). Di wî gundî de bes Silopî û Şirnexî hebûn. Silopî û Şirnexiyan zêde ji hevdu hisne dikirin. Hersal koçerên kurd zivistanan dihatin gund û havînan diçûn zozanên hunik. Ew malên Şirnexî, hin ji wan casusên tirkan bûn û gelekî kurdên dilsoz bê sebeb dan girtin. Di gundê Xirabreşikê de cotyarî û genim, ceh, garis, nîsk, nok çandinî dikirin. Lê dehil û rezên wan kêm bûn. Bes zebeş (jebeş), gindur (qawun) jî havînan hebûn. Bes dewar û heywanên Xirabreşkiyan jî hebûn wekî: hesp, hêstir, ker, çêlek û bizinên wan jî hebûn.
  • Zêristîn:

Ava Bazamirê di wira dibûrî. Hin havînan ava Bazamirê çik dibû. Ava Bazamirê heta 100 m jêdetir kurbûna xwe hebû û ji gundê Girê Çoliya dihat. Dirêjbûna xwe zêde hebû. Di ava Bazamirê de bax û bîstan jî dihatin çandin û herweha gelekî fêkî jî peyda dibûn. Bes mirov dikarî masiyan jî bigire. Heywanên kOvî: gurî, kêvruşk, rîvî, kew, kevok, zerzîlik û gelekî heywanên din jî peyda dibûn. Di nava şevê de gelek caran qaçaxçî jî di wira re dibûrî. Gund û xwe ne feqîr bû, bes gundiyên feqîr jî hebûn.

Gundên li bakûrê Silopiyê[biguherîne]

  • Babga an Babigan: xirabe ye, çandiniya Babigan jî hebû.
  • Besta Belega:
  • Germgê an Germigê: xirabe ye, Germig jî gundek bi bax û bîstan bî, bes çandiniya wan ya genim û ceh jî hebû. Gelek kaniyên Gerimigê jî hebûn, gelekî avî bû.
  • Girê Çoliya: xirabe ye, gelek bax, bîstan, rez û fêkiyên gundê Girê Çoliya hebûn. Bes hikmeta Tirkî hemû şewitandin.
  • Sorbitim: xirabe ye, gundê Sorbitimê jî rez û pezên wan hebûn.
  • Gundgê Remo: xirabe ye, rez û pezên wan hebûn.
  • Şemga an Şemigan: xirabe ye, gelek bax, bîstan, rez û fêkiyên gundê Şemigan jî hebûn û ew jî ji aliyê hikmeta Tirkî ve hatin şewitandin.
  • Xinis: xirabe ye.
  • Zêdga an Zêdigan: xirabe ye, ev jî gundekî avî bû û bi bax û bîstan bû.

Ev gund hemû jî di qontara çiyayê Cûdî de bûn, jiber vê yekê zû xira kirin, ku tirkî digot: arîkariyê didin Partiya Karkerên Kurdistan.

Gundên li başûrê Silopiyê[biguherîne]

  • Basirîn: aboriya wî gundî jî liser birinc, pambî, zebeş û hin tiştên din bûn.
  • Basurî:
  • Bedru: xelk, Silopî û Teyan di gund de dijîn. Gundê Bedru jî di baran û lehiya sala 2006 an de hat xirakirin.
  • Gunhedîd: li Gunhedîdê Silopî û Cizîrî dijiyan. Li wira jî çandîniya genim hebû. Tête gotin jeberî ku Silopî bibe navçe, dihata behskirin, ku Gunhedît bibe navçe ji şuna Silopiyê. Bes weke tête zanîn, di Silopiyê de xelkê Silopî hene, gôtinên wan li cem hikmetê mihimtir bûn. Jiber vê yekê jî rabîn Silopî kirin navçe û Gunhedît hêlan. Gunhedît gundek gelek xweş bû, heşînatiya vî gundî zêde bû û ji Silopî xweştir bû. Bes wextê Silopî bî navçe, Gunhedît rengê xwe yê berê winda kir. Di gund de mêrek bi navê Ebdulla Efendî hebû, bi xwe dewlet katibî bû û dilekçe ji xelkê re dinivîsî û vêrgî distand. Di wextê wî de gelek kurdan xwendin û nivîsana wan tune bûn, jiber vê yekê ji ewî bi dexdîlo ya xwe arîkariya kesê ku nivîsana wî nebû dikir. Ebdulla Efendî û xwe eslê wî ji Cizîra Botan bû û dibî mirovê Mala Mîr û Berdirxaniyan. Ev Gund niha jî dimîne, bes berû xiarbînê çûye.
  • Nêrwan: gundê Teyan e, Teyî an jî Teyan eşîreteke kurdan e.
  • Qonuta:
  • Ribehî: jebeş an jî zebeşên vî gundê Rihanî yê wekî jebeşên Amedê bi nav û deng bûn.
  • Rihanî: jebeş an jî zebeşên vî gundê Rihanî yê wekî jebeşên Amedê bi nav û deng bûn.
  • Serêbiyê: gundê Teyan e, ev gund di salên 1975-95an de hat avakirin.
  • Sofî Salim: ev gund di ber avê de ye.
  • Takyan: xelk, Silopî û Teyan di gund de dijîn.

Ne mixabin evqas gundên hatî xirabûn tu arîkarî jî ji hikûmetên Tirkî negirtin e, ku bikarin ji xwe re xaniyên xwe ava bikin.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]