Hestiyên mil û dest

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mil û dest beşên pelepeykerê ne.
Mil û destek mirov ji 30 hestiyan pêk tê.

Mil û destê mirov beşek ji pelepeykerê ye.

Her mil û destek mirov ji 30 hestiyan pêk e.[1] Hestiyên mil û dest bi gehên bizêw bi hev re girêdayî ne.

Mil ji du beşan pêk tê, jorê mil û jêrê mil. Jorê mil ji hestiyek, jêrê mil (bazend) ji du hestiyan pêk tê. Hestiyê beşa jorê mil wekî hestiyê bazû (hestîyê bask) (bi latînî: humerus) tê navkirin. Hestiyê bazû hestiyê herî dirêj û stûr e hestiyê mil e.[2] Hestiyê baskê (bazû) bi seriyekî xwe ve bi hestiyê bêrok ve girêdayî ye, serê din ê hestiyê baskê jî li hêla anîşkê, bi herdu hestiyên jêrê mil ve girêdayî ye.[3]

Ji herdu hestiyên jêrê mil, hestiyê yê stûr û kintir, wekî kewere (bi latînî: radius) tê navkirin. Kewere li aliyê tiliya mezin a dest de cih digire. Hestiyê dirêjtir û ziravtir ê jêrê mil jî wekîzende (hestiyê enişkê) (bi latînî: ulna) tê navkirin. Hestiyê enîşkê li aliyê tiliya qilîçkê ya dest de cih digire. Hestiyên jêrê mil, ango kewere û zende li kêleka hev ji enîşkê heta zendê dirêj dibin û bi hestiyên meçeke yên dest ve girê dibin.

Hestiyên meçeke heîşt in.[4] Li zendê destê de bi du rêzên bi awayekî çar û çar rêz dibin.[5] Meçeke, hestiyên kin in.[2] Rêza aliyê jêrê mil bi kewereyê re, rêza aliyê dest jî bi hestiyên şeyê dest ve girêdayî ne.[3]

Hestiyên şeyê dest pênc in û li beşa kefa dest de cih digirin. Her yekî ji şeyên dest, bi tiliyekî ve girêdayî ye.

Hestiyên tiliyên destê 14 ne. Tiliya mezin ji du hestiyan, tiliyên din ji sê hestiyan pêk tên.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  3. ^ a b c Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  4. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  5. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.