Heval Îbrahîm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Heval Îbrahîm
Jidayikbûn10ê îlona 1980an (43 salî)
Mûsil
NeteweKurd
Cureyê muzîkêPop
Pîşehûnermend , strannivîs
Salên çalak2004–niha
biguhêreBelge

Heval Îbrahîm, (jdb. 10ê îlona 1980an li Mûsilê) hûnermend û strannivîsekî kurd e ku cûreya muzîkên pop û muzîka slow a bi kurdî dibêje. [1]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heval Îbrahîm, di 10ê îlona 1980ê de li bajarê Mûsilê ji dayik bûye, muzîvan, stranbêj û strannivîsekî kurd e. Karê wî yê muzîkê di temenekî ciwan de dest pê kir û bi destpêka karê muzîkê re beşdarî çend festîvalên navneteweyî û herêmî dibe. Di sala 2004an de bi derxistina albûma wî ya yekem "Zi Bizevra" (devoka behdînî) destpêka kariyera wî ya pîşeyî bû. Piştî albûma yekem di demekî kurt de albûma duyemîn "Xozî" ku di sala 2006an derxist û bi vî albûmê bal kişand. Di sala 2009an de bi albûma sêyem "Min Çî Kirye" re, di 2009an de destkeftiya xwe bi dest xist û wek muzîkjenekî kurd nav û deng da û albûma wî bû yek ji albumên herî serkevtî yên salê. Di sala 2011an de albûma “4” rekora berê şikand û li gorî çapameniya kurdî bû albûma herî zêde yê ku di sala 2011an de hatiye firotin. Di sala 2015an de ji aliyê Koleja Işik û navenda çandî ya zanîngehê ve wek baştirîn stranbêjê kurd hat hilbijartin. Di salên paşerojê de bi hunermendên cûda re bi sitranên "Biratî" û "Kêfa Min Ji Tere Te re karê hevkar kiriye. Di sala 2020an de sitranên yekane yên "Tu Ya Canî" û "Leyla" derketin, ku heta îro bûne stranên wî yên herî serkevtî. Rêzeya stranên wî bi "Kurdish Mashup" ku bi hevkariya Karzan Hîşam hatiye çêkirin û strana "Pencera Jivana" ya ku di sala 2021an de derketiye berdewam kir.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xozî
  • Min çi kiriye
  • 4 (albûma bi navê çar)

Single[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bawerî
  • Dinya dewre
  • Vî speda
  • Çaverê
  • Taazînî
  • Roha min
  • Xerîb mawim
  • Tu delala dilê minî
  • Hatim
  • Hey wax limin
  • Leyla
  • Pencera jiwana
  • Tu ya canî
  • Kurdish mashup

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Klib[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ay felek
  • Leyla
  • Hatim
  • Çaverê
  • Ka yara min
  • Min tu naskir
  • 14e salî
  • Xozî
  • Nêrgiza serî çiyan
  • Pencera jivana
  • Tu ya canî
  • Kurdish mashup

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Haval İbrahim Kimdir? Nerelidir,Hayatı » Kürtler.net". Kürtler.net (bi tirkî). 31 çiriya pêşîn 2021. Ji orîjînalê di 31 çiriya pêşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 çiriya paşîn 2021.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]