Hişam Zeman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hişam Zeman
Jidayikbûn1975 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîNorwêc Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
Xelat
  • Telenor Culture Award (2013)
  • Amanda Award for Best Screenplay (2014) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hişam Zeman an Hîşam Zaman derhêner û rejîsorê norwêcî yê fîlman e ku di 1975an de li Başûrê Kurdistanê hatiye ser dinyayê û bi eslê xwe kurd e.

Hişam Zeman di 10 saliya temenê xwe de koçî welatê Norwêcê kir û di 2004an de li wir xwendina xwe li Peymangeha Fîlm a Norwêcê (Den norske filmskole) ya Lillehammerê kuta kir.

Filmê diploma wî "The Roof" li gelek Festîvalan hate pêşkêşkirin. Di sala 2003'a de bi kurtefilmê "The Bridge" di Festîvala kurtefilmên Nêrwicî de / Norwegian Playwright’s Association Award de beşdarbû. Kurtefîlmê wî yê serketinê yê bi navê Bawke di sala 2005an de li festîvala kurtefîlman a Grimstadê hate xelatkirin, pişt re heman kurtefîlm li festîvalên Clermont-Ferrand û Aspen û Valensiya û Donostia-San Sebastián û Toronto û Palm Spring beşdar bû. Wî di sala 2007an de novelefîlmê bi navê Vinterland çêkir û ev fîlm di heman salê de bû fîlmê destpêk û vekirinê yê Fîlmefestîvala Tromsoyê ya Navneteweyî li Norwêcê.

Derhênerê norwêcî û kurd di 2013an de fîlmê xwe yê nû Før snøen faller ("Berî ku berf bibare") pêşkêş kir û ev fîlme ye ku di êvara 9ê çiliya pêşîn a 2013an de Fîlmefestîvala Dihokê ya Navdewletî vedike.

Fîlmnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2003: The Bridge
  • 2004: The Roof
  • Bawke, kurtefîlm, 2005
  • Vinterland, novelefîlm, 2007
  • De andre, kurtefîlm, 2009
  • Før snøen faller (Before the Snowfall, Berî ku berf bibare), fîlm, 2013.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]