Hilbijartina serokatiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hilbijartina serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji çar sala carekê pêk tê. Ev hilbijartin ji sala 1792an de dest pê kiriye û ev ji çar sala carekê, di meha çiriya paşîn de, di roja sêşem a piştî duşema yekem de ev hilbijartin pêk tê. Li gor vê; her çar sala carekê roja hilbijartinê li gor sala jî ev dikeve 2-8 ê meha çiriya paşîn.

Hilbijartina serokatiya DYA yê, ji xwe raste rast serokdewlet û cîgirserok hilnabijêre. Hilbijarên her parzêgehê li "lîjneya bijarte" (Electoral College) ya parzêgehê hildibijêrin. Piştî hilbijartinê, ev lijneya bijarte kom dibe, serokdewlet û cîgirserokê hildibijêrin.Li her parêzgehê hejmara "lijneya bijarte" li weke hejmara aza yên senatoyê û nûnerên meclîsê ye. Kîjan parêzgeha ku kêm aza dişîne "Lîjneyên bijarte" paytext Washington DC kêmanî weke wan aza yê wê hene.

Piştî hilbijartinê, Kongreya DYA vê hilbijartinê dipejirîne û şûnde, serokdewlet û cîgirên serok di 20ê meha kanûna paşîn de sond dixwin û dest bi peywira xwe dikin.