Hromkla

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Hromkla
  • castle ruin
  • şûnwarê arkeolojîk Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Hromkla Halfeti.jpg
Kela Zêrrîn (bi tirkî: Rumkale)
Hromkla li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Hromkla
Hromkla
Koordînat: 37°16'15"Bk, 37°50'17"Rh
Dûgel Tirkiye
Beşa îdarî
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîneBelge

Hromkla (bi ermenî: Հռոմկլայ; bi aramî: Kala-Rhomata; bi kurdî: Kela Zêrrîn; bi yewnanî: Ρωμαιων Κουλα; bi tirkî: Rumkale; bi erebî: قلعة الروم‎), bi navên xwe yên din Qal'at ar-Rum yanjî Ranculat) îro kelheyeka xirbe ku nêzika çemê Ferêt radiweste, ye. Girêdaya parêzgeha Dîlokê ye, lê nêztira Xelfêtîyê (Rihayê) ye.

Navê "Rumkale" ji navê Rûmiyan tê.

Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Hromkla û Ferat

Piştî raxistina Xrîstîyantiyê li herêmê, Hromkla girêdayê hikumiyeta Edessa bû. Di sala 1151an de Gregor III. Pahlawuni, serokê katolîk a Dêra Apostolîk a Ermeniyan, navenda xwe ji Tzvok'ê bara vir kiribû. Ji sala 1150an heta 1292an Hromkla navenda patrîyarka Ermenî ya hikûmiyeta Kîlîkyayê, û piştrev jî ya hikûmiyeta Sîsê bû. Wekî din serokê katolîkan a bi navê Nerses IV. Schnorhali li wir jîyana xwe derbas dikir.

Serokê olî ya Sîro-Ortodoksan ku ji dêra xwe ya Barsawmayê dihat, car caran mêvanê Hromkla dibû. Pirtûkxaneya wî dêrî lewma li Hromklayê dihat bicihkirin. Gelek nivîsên olî yên Mîkael ê Mezin (m. 1199, serokê olî yê Asûrîyan) li wir peyda dibûn. Herwiha, Ignatius David di sala 1252an de li Hromklayê hate temartin.

Di sedsala 13yan Illûminatorê herî mezin a vê demê li Hroklayê dixebitî.[1], Toros Roslin.

Di roja 28ê hezîrana sala 1292an de ev kel ji aliyê Memlûkên misilman hate zevtkirin û wekî cihekî leşkerî dihat bikaranîn. Di dema Emparatoriya Osmanî jî Hromkla zindanek bû. Di sala 1832an de ji aliyê Ibrahim Paşa kel hinek hat şikandin.

Meydana Kelê (Kalemeydan)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bi avakirina Bendava Bêrecûgê meydana kelhê mixabin di bin avê de ma.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Claude Mutafian: Le royaume arménien de Cilicie. XIIe - XIVe siècle., CNRS éditions, Paris, 1993, ISBN 2-271-05105-3, Seite 127

Pirtûk[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • Hansgerd Hellenkemper: Burgen der Kreuzritterzeit in der Grafschaft Edessa und im Königreich Kleinarmenien. Habelt, Bonn 1976, 51-61.
  • Hanspeter Hanisch: Hromklay : die armenische Klosterfestung am Euphrat. Begleitbuch zur Ausstellung der Fotodokumentation im Vorarlberger Landesmuseum Bregenz. 15. März - 20. April 2002. Bregenz: Vorarlberger Landesmuseum 2002. ISBN 3-901802-11-8
  • Hellen C. Evans: Manuscript Illumination at the Armenian Patriarchate in Hromkla and the West. Ph. D. diss. New York University 1990.
  • Andrea B. Schmidt: Die armenisch-syrischen Beziehungen im Spiegel der kilikischen Übersetzungsliteratur. In: A. Drost-Abgarjan (Hrsg.): Armenologie in Deutschland. Münster 2005, 119-126.
  • Shahe Ajamian: The Colophon of the Gospel of Hethum "Bayl". In: Shahe Ajamian (Hrsg.): Text and context : studies in the Armenian New Testament (University of Pennsylvania Armenian texts and studies 13). Scholars Press, Atlanta, Ga. 1994, 1-13, hier 5. ISBN 0-7885-0033-3