Kîlîkya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Navçeyên Roma

Kîlîkya (bi latînî: Cilicia) navçeyake antîka li Anatoliya bû. Ew îroj li ser parêzgehên Tirkiye Edene û Mersinê dikeve.

Sînor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew li rojhleta bi çiyayên Toros û çemê Ceyhan, li bakur Kapadokya (îroj Niğde), li rojhelat jî çiyayê Amanos sînor kirî bû.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew di dema hîtîtan de wek mîrzatî dihat kergar kirin. Di (1318–1290) b.z. de hîtîtan Adaniya hundira xakên xwe kirî bûn. Kîlîkya di çavkaniyên de asûran de wek Khilikku derbaz dibe. Ew di dema Darîûş de yek ji satrap(navçe)a persan bû. Di dema elenîk ew navbera seleukîdan û lagîdan de diçû û dihat. Di dema Tigranes de ew navçeyake împeratoriya Ermenistanê bû. Ji pê re serweriya împeratoriya Romayê hat û ew bû navçeyeke kargerî. Dema Roma bû du paran ew di aliyê Bîzansê de ma. Ew di sedsala 7anan de derbaza ereban bû. Dûv Cenga Malazgirt re selcûqiyan Anatoliya dagir kirin jî ew di bin destên Keyîtiya Ermenistan de bû. Ew heta bi destên memlûkan hat dagirkirin bin destên ermeniyan de ma û ji pê memlûkan re di sedsala 15an de keta bin destên qsmanan.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]