Here naverokê

Ahûra Mezda

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hurmuz hat beralîkirin)
Ahûra Mezda
𐬀𐬵𐬎𐬭𐬋 𐬨𐬀𐬰𐬛𐬃 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çêker
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Firawer, rê û sembola rewanê pak ê biserketî
Dîmenek din
Nexşe Ristem (Îran)
(Erdeşîrê Yekê û Ahûra Mezda)

Ahûra Mezda, bi zimanê avestayî, tê wateya "rewana ji xwe re mezin e" yan Hurmuz, Uhrmezd an jî Hurmezd, "ê tê re xwe dike ango pir zana ye." Ev rengdêra herî mezin û pîroz a ji bo Xwedê ye. Kurdan di dema zerdeştiyê de jî bo Xwedê digotine Xwedê. Lê eger bipirsiyana Xwedê kê ye, digotin: Ahûra Mezda. Ango îcar bi rengdêrên pîroz bi nav dikirin.[çavkanî hewce ye]

Kurd derbarê dînê xwe yê berê de ji kanên xelkê agahiyan werdigirin ku pirranî ne bêalî, zanîstî ne. Hin ronakbîrên kurd nivîsîne ku Hurmuz, Ahûra Mezda ango Xwedê ye. Li gorî pisporan ev ne rast e.[çavkanî hewce ye]

Hurmuz rewan û peywirdariya başî û xêrê ye. Mirov behsa Hurmuz bike, ji ber ku berê mirovên baş, Hurmuz berî bi Xwedê (Ahura Mazda) ne, mirov Xwedê tîna bîra xwe. Ji ber vê prînsîbê, carnan peyva Hurmuz di wateya Xwedê de hatiye bikaranîn. Lê di rastiyê de Hurmuz jî di bin ferman û parastina Xwedê de ye. Ji ber ku Ahura Mazda tevlî karên mirovan nabe, bêalî û birehm e, fitrata mirov azad kiriye daku riya xêrê bibînin, rola Hurmuz bilind dibe.

Di zerdeştiyê de mirov, xwedayî (bo mînak Hurmuz) û Xwedê ji heman tîrêjê ne, li ser heman kokê ne. Lewra Xwedê ji materyal û hebûnên bi wî ne biyanî ne, bi xwe afirandine mirov çêkiriye.

Li gora baweriya Zerdeştî, Ahûra Mezda xaliqê hemû gerdûnê ye û her du ruhên ku bi navê Ehrîman dihên navandin ji aliyê wî ve hatine çêkirin. Spenta Mainyu ruhê rastiyê, ronahî û heyatê temsîl dike. Angra Mainyu jî derewan, tarîtiyê û mirinê temsîl dike. Li gora kitêba pîroz ya dînê zerdeşt, Avestayê, şerê di navbera van herdu ruhan de tarîxa dinyayê pêk diîne.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]