Xwedawend
Jump to navigation
Jump to search
Xwedawend yan jî êzidok, di dînên çendxudêyî da navê her êk ji wan bûnewerên jisiruştîder ên bihêz û şiyanên ko bihevra an kitkit karek ji karên cîhanê an alîyek ji aliyên xwerisk an siruştî rêvedibin. Di ferheng an çand û kultûrên kevnarên mîna Roman û Yewnana Kevin da koma êzidokan anko Êzidan (Yezdan, bi înglîzî: pantheon) di bin bandora êzidokekê xurtir da, mîna Zeus, bûne.
Bi giştî xwedawend li ser awayê mirovan an lawiran dihatin xeyalandin û cihê rêzê, tirsê an peristinê bûne.
Di dînên yekxudêyî da mîna dînên Ibrahîmî tenê Xudêyek heye û çi nîşanên xwedawendan namînin. Carina hindek ji wan xwedawendan bi awayê melayîketan peyda dibin.