Irgûn
Lîsteyeke çavkaniyan, girêdanên derve yan jî bîbliyografî di vê gotarê de hene lê belê tê de çavkaniyên di nav cimleyan de tine ne loma teyîdkirina agahiyan ne mimkûn e. (hezîran 2024) |
Irgûn
| |
---|---|
Logoya Irgûn | |
Dewlet | Yishuv |
Dema avabûnê | |
Damezrîner | |
Nerîna siyasî | Milê rastê |
Îdeolojiya siyasî | Revisionist Zionism, neteweperwerî û Siyonîzm |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Irgûn, bi îvrît: ארגון צבאי לאומי, Irgûn Tzsva’î Le’ûmî‚ rêxistineke çekdarî ya cihûyan bû. Bi kurtî wekî Etzel an IZLê jî tê binavkirin. Navê wê tê wateya "rêxistina çekdarî ya welatê Îsraelê". Peyva "irgûn" jî bi îvrît (hebrayî, îbranî) di wateya "rêxistinê" de ye.
Sala 1931ê de ji aliyê partiya revîzyonîst ve tê damezirandin. Avraham Tehomî yek ji fermandar û damezrînerên vê rêxistinê bû. Di derketina rêxistinê de hin aliyên ku îro jî nayên zanîn hene.
Beriya damezirandina Îsraelê, di nava salên 1931 - 1948ê de li herêmê têdikoşiya. Gorî hinekan wekî rêxistineke terorîst jî tê dîtin. Vê rêxistinê li dijî mêtîngeriya Brîtanyayê têkoşîn dida, lewra wê demê li herêmê brîtanî hebûn. Herwiha li dijî hêzên ereban jî.
Fermandarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1937 - 1939 Mosche Rosenberg
- ji sala 1938ê ve herwiha Vladîmîr Yabotînskî
- ji sala 1940ê ve Davîd Razîel
- ji 1943yê ve Menaxem Begîn
Di bin fermandariya Yabotînskî de rêxistin êrîşên bombeyî yên mezin pêk tîne. Gelek baregehên eskerî yên brîtanî dide ber bombeyan. Sala 1940ê Yabotînskî dimire, hêza rêxistinê jî bidawî dibe. Davîd Razîel bi polîsên brîtanî ve lihev dike. Dûv re ev rêxistin bi brîtanî re hevalbendiyê dike. Rêxistin dala 1948ê sê eskerên Îsraelê jî dikuje.
Ji vê rêxistinê gelek komikên nû derdikevin. Sala 1952yê nameyeke bombeyî dişînên bo serokê Almanyayê Konrad Adenauer, lê nameyê polîs vedikin û di teqînê de polîsekî alman jiyana xwe ji dest dide.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- J. Bowyer Bell: Terror Out of Zion: The Fight for Israeli Independence. 1996, ISBN 1-56000-870-9, S. 9–61
- Henning Sietz: Attentat auf Adenauer. Siedler, München 2003, ISBN 3-88680-800-9
- Benny Morris: Righteous Victims - A History of the Zionist-Arab Conflict. 1881–2001. Vintage Books, 2001.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Malper li ser dîroka Irgûnê Girêdana arşîvê 2005-04-03 li ser Wayback Machine
- FAZ-Gotar ji H.Sietz
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |