Iron Dome

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Flickr - Israel Defense Forces - Iron Dome Intercepts Rockets from the Gaza Strip.jpg

Iron Dome (bi kurdî Qubeya Hesinî[1], bi îbranî: כיפת ברזל‎, lat. kippat barzel), pergaleke mobîl a parastina asmanî ku parçeyek ji sîwana parastina asmanî ya Îsraîlê pirtebeqe ye.

Hebûna vê pergalê bo Îsraîlê gelek girîng e. Lewra Îsraîl dewletek dirêj û teng e. Dirêjiya wê 470 km, cihê herî fire yê Îsraîlê jî 135 km ye. Herwiha derdora Îsraîlê jî bi dijminan tije ye ku bajarên wê di menzîla moşek û avêtinên topa de ye. Navbera xaze-tel avîv 71 km, xaze-qudsê jî 76 km ye ku ev dûrahî gelek hindik in bo parastina Îsraîlê. Ji ber van hemû sedeman pêwîstiya îsraîlê bi pergalek weke iron dome (quba-qaba hesin) heye.

Îsraîl, di dema êrîşên Hamas û Hîzbullahê zêde bibûn, bo parastina deverên niştecihiyê û stratejîk vê projeyê dabû dest pê kirin û di sala 2011an de xiste xizmetê. Piştgira dewletên yekbûyî yên Emerîka bo vê projeyê gelek hêsantir kir ku ev proje pêk were. Iron dome, ji bo îmhakirin û sekinandina moşekên menzîlkurt û topên piyade hatiye dîzaynkirin. Pergal, bişev û biroj, di baran û mij, di hemû şertên hewayî de bibandor e.

Pêvajoya bipêşxistinê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di şerê duyem ê Libnanê de, li hayfa û bakurê Îsraîlê derdora 4000 moşek li Îsraîl ketin. Êrîşên moşekî bûn sedema kuştina 44 sivîl û birîndarbûna bi sedan kesa.

Herweha li başûr, di navbera salên 2000-2008an de di serî de hamas ji xazeyê li hember xaka îsraîlê bêyî ji hev cûdakirina sivîl û leşkera bêhtir ji 8000 êrîşên moşekî û hawanî pêk anî. Moşekên hatin emilandin hama bêje tevê wê moşekên Kassam yên ku xwudî avahiyek hêsan in. Nêzî milyonek îsraîliyên li başûr dijiyan, di menzîla moşekan de bûn û ev rewş xeteriyek ciddî li ser hemwelatiyan çê dikir. Ev û sedemên mîna vê bûn sedem ku Îsraîl pergala parastina asmanî ya îrtîfaya ketandî (nizm) pêş bixe.

Sibata 2007an de wezîrê parastina Îsraîl amîr peretz, li hember moşekê menzîlkurt pergala parastina asmanî ya Iron Dome hilbijart. Proje di eslê xwe de 2005an de hatiye dest pê kirin. Di tîrmeha 2008an de moşekên Tamîr yên ku di Iron Dome de tên emilandin testa xwe serkeftî pêk anîn û salek şûnde di testên wezîrtiya parastinê de çend rêzemoşekên Kassam û katyûşa bi serkeftî dan sekinandin.

Herweha pergal moşekên di testan de hatin emilandin, yên ku dê bikevin cihê niştecîhî û cihê beyar ji hev naskiriye û bi wî awayî yên ku dê bikevin ser bajêr daye sekinandin. Di adara 2011an de Iron Dome ji aliyê artêşa Îsraîl kete falîyetê.

Îsraîl di projeya iron dome de ji budceya xwe pir hindik pere xerc kiriye. Piraniya projeyê ji aliyê dya ve hate fînansekirin. Di sala 2011an de di rapora senatoya dya de hatiye weşandin hate diyarkirin ku ji 1 milyar dolarî zêdetir vebergênan hatiye kirin.

Taybetmendiyên pergalê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Pergal, li hember moşekên menzîlkurt û 155 mm muhîmatên topan hatiye dîzaynkirin. Li gor berhemdarê wê, iron dome di şert û mercên neyînî de bişev û biro di heman demê de kare bersivê bide gefan.

Sê pêkhateyên pergala parastina asmanî ya Iron Dome hene:

  1. Radara serwextbûn û şopandinê.
  2. Pergala rêvebirina şer û kontrola çekan.
  3. Yekîneya berdana moşeka.

Radara pergalê weke El/m-2084 tê binavkirin. Avêtina moşeka serwext dike û rêgeha wê dişopîne. Pergala rêvebirina şer û kontrola çekan, li gor daneyaên hatine dayîn cihê ketina moşekê dihesibîne û biryara hebûna gefê dide. Ger moşek li ser deverên niştecihî gefek ber bike, moşekek bergiriyê tê berdan.

Iron Dome dijberî pergalên parastina asmanî bi awayek belav tên bicîhkirin. Her lançerek 20 moşekên tamîr hildigre serxwe tê bicîhkirin û bi saya têkiliyên bêkablo ji dûr ve biewlehî tên xebitandin. Her bataryayek iron dome nêzîkî herêmeke 150 kîlometreçarçik diparêze.

Moşekên tamîr yên di iron dome tên xebitandin maxsîmûm, xwudî 2,2

Mach lezê û cot birêvebirî (guidance) ne. Di merheleya berdan û pêdeçûnê de birêvebiriya aktîf, di merhelya termînal de birêvebiriya enfarûj (infrared) tê emilandin. Heman demê de moşekên tamîr xwudî taybetmendiya devgîrka proximity e ku dema moşek yekser li moşeka dijberî nekeve di nêzê wê de diteqe ku wê îmha bike.

Maliyet[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Iron Dome jiber beramberî moşekên kassam pir buha ne tên rexnekirin. Her moşeka tamîr li gor texmînan derdora 20.000-50.000 dolar e lêbelê moşekek kassam bi 800 dolar tê avakirin. Ji ber vê çendê îsraîl, hewl dide pergalên lazer yên ku di gel iron dome bixebite saz bike. Ji bo di êrîşên dijwar de kêşeya cebilxane û maliyet nekêşe gelek veberhênanê li vê qadê dike.

C-dome[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Rafael, cotmeha 2014an de versiyona iron dome ya deryayî da naskirin. Pergal li hember amûrên bêmirov yê hewayî, moşek û moşekên seyrê tê pêşxistin. Pergal li ser keştiyê dewriya deryayê, korvet û heya li platformên neftê dişên saz bibin. Hêzên deryayî yê Îsraîl plan dikin ku C-dome di korvetên di sinifa sa'ar 6 de bikar bîne.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. "Îsraîl li dijî Îranê di beramberiya vekirî de ye". hawarnews.com. 21 kanûna paşîn 2019.

2. https://tirsik.net/index.php?mijarid=34269&hemu=on. tirsik.net. 13 gulan 2021