Hemas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hemas rêxistineke çekdar ya filistînî bi bîrdoziya sunî-îslamî ye ku di sala 1987an de hate damezrandin.

Hemas û rêxistinên girêdayî wê ku ji rêxistina Brayên Misliman derketin ortê, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê, DYA û hinek dewletên piranî rojavayî weke rêxistinek terorist tê dîtin. Rêxistina Hemasê bêtir bi êrişên xwe yên xwekuj li dijî dewleta Îsraêlê tê naskirin. Li Herêma Xweser a Filistînê Hemas weke rêxistineke alîkar jî dixebite. Cara yekem Hemasê di sala 2006an de derket ser dika siyasî û di hilbijartinên 25ê kanûna paşîn a 2007an de piraniya kursiyên parlamena Herêma xweser a Filistînê bi dest xist. Di heman salê de Hemasê Şirîta Xezeyê bi zorê kir jêr kontrola xwe û bi vê yekê Herêmên Filistînê bûn du perçe.

Rêxistina Hemasê lihevhatinek dudewletî (yanî Îsraîl û Filistîn weke du dewletê serbixwe yên cîran) red dike. Di çarta (bernameya) partiyê de jinavbirina dewleta Îsraêlê û avakirina dewletek misilman (dewleta xwedê) tê xwestin. Ji bo vê yekê Hemas herêmên bêrê yên Filistînê ên di navbera Deryaya Navîn û Çemê Yordanê dixwaze.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]