Jacques Futrelle

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jacques Futrelle
Jidayikbûn9ê nîsana 1875 li Pike County, Georgia
Mirin15ê nîsana 1912 (bi 37 salan) li cem noqbûna keştiya Titanic li deryaya Atlantîka bakur)
PîşeNivîskar, rojnamevan
Zimanê nivîsinêÎngilîzî
Netewe DYA
ZarokVirginia Futrelle Jacques Heath Futrelle, Jr.
Malperwww.futrelle.com
biguhêreBelge

Jacques Health Futrelle (jdb. 9ê nîsana 1875 li Pike County, Georgia, DYA - m. 15ê nîsana 1912 li cem noqbûna keştiya Titanic (Taytanîk) li deryaya Atlantîk a bakur) nivîskarekî amerîkan bû ku bi taybet bi kurteçîrokên xwe li ser makîneya fikirandin bi navê Profesor van Dusen tê nasîn.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jacques Futrelle kurê mamosteyê kolejê Wiley Harmon Heath Futrelle û jina wê Linnie Bevill Futrelle bû. Malbata wî bi koka xwe ji hûgenotên koçber bûn.

Futrelle pêşî ji bo rûpelên werzişê ya rojnameya Atlanta Journal û paşê ew ji bo rojnameyên New York Herald, Boston Post û Boston American jî wekî rojnamevan dixebitî. Di sala 1902an de ew li Richmond Virginia de birêveberê şanoyeke biçûk bû li ku ew bi nivîsandina şanonameyan destpê kir û di gelek piyes de lîstikvan bû.

Di sala 1905an de çîroka wî ya yekem bi serlehengê makîneya fikirandin Profesor van Dusen di çîroka berdewamîyê li ser sernavê The Problem of Cell 13 di rojnameya Boston American dihat çapandin. Futrelle di 17ê tîrmeha 1895 de nivîskara amerîkan Lily May Peel zewicî bû. Du zarokên wan hebûn: Virginia Futrelle (z. 8ê çiriya paşîn a 1896) û Jacques Heath Futrelle, Jr. (z. 20ê çiriya paşîn a 1898).

Piştî ku ew ji bo Boston American heta 1906 xebitî, Futrelle rojnamevanî hişt ku balê bikişîne ser kara nivîskariyê. Piraniya dema wî heya mirina wî ya zû di sala 1912an de li xaniyek li Scituate, Massachusetts, ku jê re digot "Stepping Stones" derbas bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]