James Joule

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Fizîknasê îngilîz James Joule

James Prescott Joule an jî bi kurtî James Joule (wek Cêymz Jûl bixwînin) (24ê Befirbara Pêşîn 1818 - 11ê Çirya Pêşîn 1889) fizîkzanê înglîz e. Joule li ser xweriskê germayê lêkolîn kirin û pêhesiya ko germa û karê mîkanîkî bi hevra havildar in. Verêja wan lêkolînan tiyorî an bîrdoza mana enerjiyê bû ko bû binemayê Qanûna Yekê ya Germayîlivînê.

Joule digel Lord Kelvin li ser peyîska serberdayî ya demayê anko temperature lêkolîn kirin. Wî vedît ko eger sirêma karevayê ji gehînekê derbaz bibit germa peyda dibit. Ev yek wekî Qanûna Joule hatiye niyasîn.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)