Jerome Isaac Friedman
Jerome Isaac Friedman | |
---|---|
Jidayikbûn | 28 adar 1930 |
Hevwelatî | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Perwerde |
|
Pîşe |
|
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jerome Isaac Friedman (jdb. 28ê adara 1930an li Şîkago, Illinois) fîzîknasekî DYAyê ye. Sala 1990 bi tevî Richard E. Taylor û Henry W. Kendall guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hatiye dîtin ku ji ber xebat û lêkolînên wî yên li ser elastîkiyeta kûr a têhna (tîn) elektron û protonan bû. Xebatên wî û Taylor bandorek mezin li ser fîzîka qûarkan kiriye. Herwiha li ser parçeya dendikî Hadronê. Friedman ji malbateke bingeh-Rûs e. Serî de xwestiye li ser hunerê perwerde bibîne. Heya bigire bo wê bûrs jî girtiye lê paşê biryara xwe dide, dest bi xwendina fîzîkê dike.
Li Zanîngeha Şîkagoyê li cem Enrico Fermi mastera xwe bidawî dike, sala 1953 û doktorayê jî 1956. Sala 1957 bi tevî Taylor û Kendall, dikeve koma Robert Hofstadter a li Stanford Linear Accelerator Center (SLAC) ku li wir xebatên xwe yên bipêşxistina bilezkirina partîsîpan dike. Ev lêkolînên wê jê re Xelata Nobelê tîne.
Ji sala 1960î ve ew li Înstîtuta Massachusettes a Teknologiyê Massachusetts Institute of Technology fîzîknas e, sala 1980 dibe gerînendeyê laboratûara fîzîka dendikî (xebatên nûklearê) û di nava salên 1983 heya 1988 jî birêveberê fakûlteya fîzîkê ye.
Sala 1989 bi tevî Kendall û Taylor Panofsky-Xelatê digire.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |