John Locke

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
John Locke

John Locke (z. 29'ê gelawêjê 1632 li Wrington nêzî Bristol − m. 28'ê kewçêrê 1704 li Oates) fîlozofekî Îngîlîz bû.

Ew yek ji pêşengên rêbara felsefeya Empîrîzm bû. Ew bi George Berkeley (1684–1753) û David Hume (1711–1776) ve sê emprîstên ÎngÎlîzê navdar bûn.

Jiyan[biguherîne]

Locke zarokê mirovekî ko di dadgehê wek kardar dişuxulî bû. Ew ji Zanîngeha Oxford de di 1656an de destûryar bû. Ew di 1660an de li zanîngeha Oxfordê bû fêrmendê Yewnanî, paşê Retorîk (1662) paşê jî Etîk (1663 ).

Wexta ko ew di Oxford de xwendekar bû bi kîmye re jî têkîldar bû. Wê wextê bi Robert Boyle ve jî ser vê ve hevalê hev bûn.

Wî dem bi dem bo kargêra Îngîltere ya wê çaxê xebitî bû. Wî di 1690an de pirtûka xweya ko ta di wê çaxê de li Ewropa navdar kirî bi navê Essay Concerning Human Understanding(Nivisên li ser feraseta Mîrov ) der xist. Locke di 1704an de mir.

Fîlozofî[biguherîne]

An Essay concerning Humane Understanding (London: T. Basset/ E. Mory, 1690).

John Locke bandoreke mezin li ser Epîstemolojî (ango Têgihîştin) ber da bû. Ew li hembera rasyonalîzma yên wek René Descartes dihat temsîl kirin der ket û li ser têgihîştina mirov teoriya empîrîzmê sîstematîze kir. Bi vê teoriyê wî di felsefê de çaxa navîna felsefe çerxa çaxa nû kir.

Locke di fîlozofiya xwe de ji serî de li ser têgihîştina mirov şixulîbû. Wî xebatên xwe di berhema xweya navdara An Essay concerning Humane Understanding puxte kiribû. Ew berhema ji çar pirtûkan pêk dihat. Di pirtûka xweya pêşin de bi hin sedeman hembera hizrên ji zayînên de tên der diket. Wî va dijberiya bi gotina latinî puxte û hûlesa dikir: Nihil est in intellectu quod non (prius) fuerit in sensibus (Tiştekî ko di berê bi hesan mirov tênegêhiştibe bo mîrov bê mane ye. Pirtûka diduyan li ser fikrên ko bi tecribayên mirov re tên bû. Wî bi kurtî zêhna mirov dişibande kaxiza vala (tabula rasa) ko bi tecriban tên nivîsîn. Pirtûka sêyem li ser felsefeya zimên bû. Pirtûka çaran jî bi gelemperî bo sînorên zanîn û bawer bû.

Hin berhemên wî[biguherîne]

  • Epistola de tolerantia (A Letter Concerning Toleration), 1689 (Namek li ser Toleransê]])
  • An Essay concerning Humane Understanding, 1690 (Nivisên li ser feraseta Mîrov)
  • Some Thoughts Concerning Education, 1693 (Raman li ser Hevotin)
  • The Reasonableness of Christianity as Deliver´d in the Scriptures, 1695
  • Of the Conduct of the Understanding, 1706

Girêdanên derve[biguherîne]