Tabula rasa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Tabula rasa (lat. wûşe bi wûşe:Rûpela bênivîs) tê maneyê rûyê nenivîsî.

Di felsefe de ew teorîyeka John Locke bû. Locke emprîstek bû û gorî va teoriya xwe dibêje ko mirov bi zêhnekê vala û bênivîs tê dinê û ew zêhna gorî hesên û tecribeyên bi wan hesan re teşe digire.

Wî va teoriya xwe li hembera wan teoriyên ko, yên ko wek Descartes digot ko zêhnê mirov hin bi agahiyên zayînê re tên tê dinê avitibû holê. Wî li hembera vê fikrê teoriya xweya tabula rasa diparast. Locke teoriya emprîsma Francis Bacon hîn kûr kiribû û gêhiştibû vê ramanê.

Va ramana yên wek Immanuel Kant rexne kiribûn. Dîsa Sigmund Freud jî va fikra Locke red kiribû.

îbnî Sîna jî fikra valahiya zehna mirov diparast. Wî digot mirov bi zêhnekê valayî ko ji pê re bi hevotinan teşe dibe tê dine. Îbnî Tûfeyl jî di pirtûka xweya Hey bîn Yeqzan de qala peresendiya zarokekî tenêyî li giravekê tena de, bi zêhna boş, ango tabula rasa hatî dinê dike.