Köpek (fîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Köpek
DerhênerEsen Işık Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çêker
  • Cornelia Seitler Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Muzîk
  • Marcel Vaid Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Derhênêrê
dîmenê
  • Gabriel Sandru Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çapkirin
  • 2015 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dom/Mawe94 deqîqe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
WelatSwîsre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanZimanê tirkî li ser wîkîdaneyê biguhêre

Köpek (ji tirkî bi wateya Kûçik) fîlmekî sê beşî yê derhênera tirk-swîsrî Esen Işik e û di sala 2015'an de kete sînemayan.

Rolên sereke ji aliyê Oguzhan Sancar, Beren Tuna û Cagla Akalin têne lîstin. Ev yekemîn fîlma dirêj a derhêner Işik e û cara ewil di çarçoveya Zurich Film Festival a 2015 de hat nîşandan û di sala 2016'ê de Xelata Fîlma Swîsrî (Schweizer Filmpreis) wergirt. [1]

Ev fîlm ji hunermenda îtalyanî Pippa Bacca re hatiye diyarkirin ku ji bo projeya xwe ya bi navê Seyra Aşitiyê bûkanî li xwe kir, bi vê yekê li ser navê aşitiyê dixwest ji Mîlano biçe Orşelîmê û li Stembolê bûbû qurbana destdirêjî û kuştinê. [2]

Mijar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojek ji rojan Stembol, sê jiyanên cuda.

Li şûna ku biçe dibistanê, Cemoyê deh salî li kuçe û kolanan desmalan difiroşe da ku alîkariya malbata xwe bike.

Rojekê Cemo kûçikeke sêwî dibîne û xwedî lê derdikeve. Saya wî kûçikî, ew digel keça delal a ku zarokê maleke zengîn e dikeve diyalogê, dilê wî dikeve wê lê her cara ku dixwaze bi wê re biaxive, ji aliyê pasvanê mehelê ve tê qewitandin. 

Hayat bi zilamekî qehrok re zewiciye û rastî şîdeta navmalî tê. Rojek tê, evîna wê ya ciwaniyê ku Hayat digot mirî ye, dikeve pêşiya wê û ew her du li çayxaneyekê de hevûdin dibînin. Tiştek nebûbe jî, gava vedigere malê, hevjîna wê hesabê jê dipirse û Hayat rastî lêdana hevjîna xwe tê.

Ebru, forqeke transseksuel ji ber cudabûna xwe hertim rastî êrîşa zimandirêjî û lêdana gel tê. Ew bi xwe evîndara zilamekî ye û dixwaze ji nû ve dilê wî bistîne.

Lê evîna wê biryar daye ku bi jinekê re bizweice û malbatek avabike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Nominationen für den Schweizer Filmpreis 2016. Girêdana arşîvê 2016-02-04 li ser Wayback Machine www.schweizerfilmpreis.ch. 29. Januar 2016.
  2. ^ Interview mit der Regisseurin. In: Tagesanzeiger, 8. Dezember 2015, 4. Februar 2016.