Kakşar Oremar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kaksar Oremar hat beralîkirin)
Kakşar Oremar
Kakşar Oremar (2020)
PîşeNivîskar
Zimanê nivîsinêKurdî, tirkî, farisî, almanî
NeteweKurd
Şêweyê wejêyîDîrok, biyografî
biguhêreBelge

Kakşar Oremar nivîskarsekî Kurd e. Lêkolîn, belgefilm û biyografiyên Navdarên Kurd ên Kakşar Oremar bi nav û deng in.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji Urmiyê û di nava malbateke Kurdperwer û Kurdistanî de hate dinê. Dibistana destpêk û navîn li bajarên Tewrêz û Ûrmiyê bi dawî anîne. Ji ber pirsgirêkên siyasî û karê rojnamevaniyê nekarî xwendina xwe ya bilind li Îranê bidomîne. Ji ber helwesta malbatê ya ji bo doza Kurdistanê gelek caran ji hêla dewleta Îranê ve rastî girtin, zulm, sivkatî û zextên giran hatiye.

Ji salên 1990î û pê de dest bi karê lêkolînvaniyê li ser jiyana kesên navdar ên Kurd û mijarên dîrokî kiriye. Ji ber ku naveroka nivîsên wî siyasî bû, beşa sansorê a ragehandina dewleta Îranê destûra weşandina wan di kovarên weke Sirwe û Awêne de nedida. Oremar ji salên 1993an heya derketina xwe ya ji Îranê di 1997an de bi gelek yadigarên serdema Komara Kurdistanê re hevpeyvînên dîrokî û dûr-dirêj pêk anîne. Ji wan kesên weke nemiran: Mîna Qazî, Menaf Kerîmî, Mihemed Şapesendî, Dr. Seyîd Ezîz Şemzînî, Dr. Haşim Şîrazî, Tahirxan Simko, Celîl Gadanî û hwd ku wek proje ji bo çapê weke sê cild amade ne û cilda yekê di 17ê kanûna pêşîn a 2019an de ji hêla weşanxaneya Sîtav ve hate belavkirin ku bi germî ji çar aliyên Kurdistanê hate pêşwazîkirin. Ew hevpeyvîn heya niha gelek caran bi kurtî di malperên internet, kovar û rojnameyên Kurdî, Tirkî, Farsî û Almanî de hatine weşandin.

Ji sala 1998an li Ewropayê di MED TV, Mezopotamiya TV, Medya TV, Roj TV, Ronahî TV, Chira TV, Newroz TV, Aryen TV û Stêrk TV de dehan bername li ser jiyana kesayetiyên kurd dirust kirine. Her wiha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nivîsên wî bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî, Almanî û Farsî hatine wergerandin û weşandin.

Berhemên wî yên çapkirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

- Dengê Azadîyê, Sembola biratîye: ARAM TÎGRAN - 2012 Amed, Çapa Duyê 2015 Amed – Şaredariya Mezin a Amedê

- Pirensesa Bêtac û Text: Eyşe Şan - 2012 Amed, Çapa Duyê 2015 Amed - Şaredariya Mezin a Amedê

- Dîmane le gel Dayîkî Kurd Mîna Qazî (bi pîtên aramî û zaravayê Soranî)- Bi hevkariya Dêrsim Oremar - 2013 Silêmanî

- Mêjûy Komarî Kurdistan le Wêne da ( Pareke arşîva wêne û dukomentên serdema desthilatdariya Komara Kurdistanê ku nasnameya wêneyan hatiye nivîsandin û şîrove kirin). 2013 Silêmanî

- Yadîgarên Komara Kurdistan a sala 1946an-1- Hevpeyvîn, analîz, arşîv û belegeyên dîrokî(Cilda yekê hatiye belavkirin, cidên 2 û 3 jî amadeyî çapkirinê ne )

- 1946 YILI KÜRDİSTAN CUMHURİYETİ'NİN YADİGARLARI / Röportaj, Analiz, Resim, Arşiv, Görüş ve Değerlendirmeler ( Werger ji Kurdî bo ser zimanê Tirkî Mihemed Ronahî )

Berhemên wî yên din li ber çapê amadekirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Proje û pirtûkên wî yên li ser du mijarên dîrokî û hunerî jî ji bo belavkirinê amade ne. Hinek ji wan:

  1. - Heft Stêrkê Botanê - Jiyana heft hunermendên Kurd ji Botanê - Qumirîka Kurdistanê/ Gulistan Perwer, Jiyan û karên hunerî yên Gulistan Perwer+ Belge filîm - Serhildana Simkoyê Şikak ji tarîtiyê heya ronahiyê - Navdarên Kurd- Jiyana kesayetiyên ku di warê siyasî, hunerî û wêjeyî da xwedî nav û berhemên diyarin - Ji Xerareşka Jêrîn heya Efsaneya Şivan Perwer - Jiyan û berhemên hunermend Şivan Perwer - Gera Pênûsa min: Nivîs, Raport û Nêrîn. û ......
  2. Kakşar Oremar niha li ser projên nû jî dixebite û di karê ragehandin (rojname, bernamên TV û kovar û malperên înternetê ) de kesekî pir aktîv e. Ew di PENa Kurdî de ji karê endametiyê bigire heya sekreterî û berpirsyartiya komîteya "Parastina mafê rojnamevan û nivîskarên di girtîgehê de" xwedî erk û çalakîyan bûye. Herwiha ew nivîskarê rojnameya rojane a E-Rojname û heftenameya Xwebûnê ye ku li ser rêbaza rojnameyên weke Welat, Azadiya Welat e û hwd ne ku li Amedê tê weşandin. Ew bi nivîs û dusyayên xwe bi awayê heftane ji wê rojnameyê re dinivîse. Ji xeynî belgefîlmên li ser jiyana hunermend, nivîskar û siyasetmedarên Kurd, bernameyên wî yên taybetî di hinek TVyan de li ser mijarên dîrokî hene. Kakşar Oremar niha li welatê Almanya dijî û di Stêrk TV da mijûlî dirustkirina bernameya Navdarên Kurd e.

Hinek ji nivîsên Kakşar Oremar di malperên internetê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Hinek ji nivîsên Kakşar Oremar di malperên internetê de https://rewanbej.com/search?q=kaksar+Oremar https://e-rojname.com/author/kaksaroremar/ Girêdana arşîvê 2020-02-14 li ser Wayback Machine https://pen-kurd.com/ https://web.facebook.com/kakshar.oremar.7 https://web.facebook.com/kaksaroremar/ https://www.facebook.com/profile.php?id=100000473703949 https://xwebun.org/tag/kaksar-oremar/ Girêdana arşîvê 2021-05-21 li ser Wayback Machine https://destarekurdi.com/

Li ser Twitter û Facebook[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. https://twitter.com/OremarKakshar
  2. https://www.facebook.com/profile.php?id=100000473703949
  3. https://web.facebook.com/kakshar.oremar.7
  4. https://web.facebook.com/kaksaroremar/
  5. https://xwebun.org/tag/kaksar-oremar/ Girêdana arşîvê 2021-05-21 li ser Wayback Machine

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tûrên civakî di internetê de.....