Kalaş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Kalaş an jî Kilaş, navê berhemeke pêlav (solên) kurdan e. Ew berhemeke kurdî ya xweser û klasîk e. Bi taybetî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tê çêkirin. Kalaş xwediyê dîroka çandeke gelek kevn e. Dîroka çêkirina Kalaşê bêtirî 1000 salî ye.

Kalaş bi destan tê çêkirin, karekî gelek zehmet e, ked û xwêdan dixwaze. Madeyê wê yên xam ji qumaş û postên dewaran e. Solbend qumaş û çermên dewaran zirav zirav jêdikin, dihunên û piştre bi çaqûç û amûrên taybet dikutin, didirûn û dinexşinin. Westayekî heri baş û çalak di hefteyeke de bi tenê dikare cotek kalaş çêbike. 17 metre qumaş di paniyên cot pêlav de dikutin û bi kar tînin. Weha li ser dixebitin ku ev 17 metre dibe yek perçe û dimîne. Temenê Kalaşê pênc sal in. Lê tamîrkirana kalaşa kevn 10 xulek (deqîqe) digire.

Hûn dizanin niha kopiya tiştan ji ber destê çiniyan rizgar nabe. Lê kalaş kareki weha zehmet e ku çînî jî nikarin kopî bikin û sexteyê wê çêbikin. Kalaş îro jî li Başûr û Rojhilat di nav kurdan populer e. Ji bo çêkirinê mirov dikare bi mehan bikeve dorê.

Taybetiyên kalaşê[biguherîne]

Mirov dikare taybetiyên kalaşê weha bi rêz bike: Ji ber ku ne yek perçe ye û di nav hev de hûr hûr hunadiye hewa digire. Lingên mirov rehet dikin. Bi taybetî ji bo welat û herêmên germ gelek baş e û lingên mirov bêtir xwêdan nadin.

  • Nerm in, elastikî ne û lingê naêşine.
  • Zihm in û li gorî herêmên çiyayî ne.
  • Ji bo lingên şehîk gelek pêkan in û baş in.
  • Ji bo ku rast û çepên wan nêzîkî hev in û zarok di dema pêlêkirinê de zahmetiyê nakşinin.
  • Ji bo ji bendên qumaş postên dewaran tên amade kirin ji êşa piştê re gelek baş e.