Pêlav

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bo zivistanê baş in

Pêlav, sol li lingan tê xwekirin. Cot in, ji bo porkirin, parastina lingan û aksesûarê ne.

Berê li Kurdistanê li her derê goşkar hebûn, ango pêlavçêker. Çarox û midas didirûtin. Lê sol ango pêlavên nûjen derketin, îcar goşkaran ew çêkirin.

Ferhengoka pêlavê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Midas, pêlavên bi destan tên dirûn, pêlavên herî biqîmet, ji çermê ne, heger ji tiştekê din bin nabin midas
  • Sol, pêlavên nûjen, ji pêlavên binê wan bi hesinê dihatin perçînkirin, îro di wateya pêlav de tê bikaranîn lewra pêlavên berê êdî kêm mane, kondire
  • Şekal, pêlavên kevn, pêlavên para wan hatiye dewisandin, kutandin, pêlavên erzan û çorsane. Îdîa hene ku ev nav ê herî kevn e. Koka wê heya îraniya berê diçe. Ango navê pêlavan ê herî kevnar e.
  • Papûl, pêlavên zarokan, etaran difirotin, erzan ji naylon, plastîkê bûn, lê pêlavên zarokan îro ji gelek madeyan tên çêkirin
  • Goşkar, solbend, solçêker, pêlavçêker, pêlavfiroş
  • Soldank, cihê pêlav lê tên dayîn
  • Kilaş, ev pêlaveke taybet a kurdan e ku bi destan tê çêkirin.

Cureyên sereke yên pêlavan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]